ŞENGAL/ ROJNEWS

 

Îro gelê Şengalê bi boneya Cejna Batîzmiyê û vegera wan a ji bo Şengalê, dinava coşê de cejna xwe ya Batîzmiyê pîroz kirin.

 

Li ser hatina cejnê û pîrozkirina wê de yek ji kesên eşîra Cêlkan Bedel Kemal wiha ji ajansa me re axivî; “Em di serî de vê cejnê li hemû xwe yê Êzidî pîroz dikin. Em gelek keyfxweşin ku em îro li ser axa xwe cejna xwe pîroz dikin. Em ji Xwedê daxwaz dikin ku ev cejin bibe cejna xêr û xweşiya civaka me ya Êzidî.”

 

 

Bedel Kemal wiha jî got; “Ez ji gelê me daxwaz dikim ku destê hev bigirin û bibin tifaq. Alîkariya hev bikin.”

 

Her wiha Alî Evdo jî li ser heman mijarê wiha axivî; “Cejna Batîzmiyê ji Yekşemê destpê dike. Em Yekşemê xwe di şûyîn û paqij dikin. Bi hatina Cejnê re û heya ku cejin xelas dibe, em nikarin xwe bişon. Em roja Sêşemê diçin ser goristanê. Roja Çarşemê jî pez serjê dikin. Roja dawiyê jî em dikin cejin.”

 

 

Jina bi navê Gewrê ya ji Şengalê jî wiha got; “Em keyfxweşin em vê cejnê pîroz dikin. Em vê cejnê li girtiyên xwe yên di destê hovan de pîroz dikin. Em ji Xwedê hêvî dikin ku ev cejin bibe cejna rizgarbûna kes û karên me yên di destê wan hovan de.”

 

 

Di dawiyê de jî Gewrê got; “Em bi dilek xemgîn cejna xwe pîroz dikin. Ji ber ku heya kesên me di destê DAIŞ’ê de neyên rizgarkirin, emê xemgîn bin.”

 

(sk)

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here