Ciborî: Demek nêzîk wê şandek herêmê serdana Bexda bike

40

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Serokê Parlamentoya Iraqê Selîm Ciborî îro di daxuyaniyek a çapemeniyê li Bexda de, qala pirsgirêkên navbera Bexda û Herêma Kurdistanê kir û got ku divê pirsgirêk bên çareserkirin bi taybetî jî pirsgirêkên balafirgeh û deriyên sînor.

 

Her wiha Ciborî diyar kir ku demek nêz de ji bo guftûgokirina li ser pirsgirêkan û çareseriyê şandek a Herêma Kurdistanê wê serdana Bexda bike.

 

Ciborî wiha dewam kir; “Runiştinên parlamentoyê wê bidomin. Heya ku projeyasaya bûdce û projeyasaya hilbijartina bi temamî tên qebûlkirin. Divê têbiniyên Kurdan û tevahî aliyan berçav bên girtin.”

 

‘Referandûm betal bibe wê rewş asayî bibe’

 

Ciborî got; “Li ser betalkirina encama referandûma Herêma Kurdistanê nivîsek gihiştiye destê me. Ger hemû aliyan betalkirina referandûmê qebûl kirin, wê rewş asayî bibe.”

 

Di dawiyê de jî Ciborî diyar kir ku îro parlamentoya Iraqê ji bo guftûgokirina li ser projeyasaya bûdce xwest kom bibe, belê ji ber boykota aliyê Kurd û Sûne runiştina parlamentoyê ji bo sibe hate taloqkirin.

 

(sk)