NAVENDA NÛÇEYAN

Li bajarên cuda yên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê şevê din jî gel li qadan bûn. Xwepêşander li ser dirûşmeyên xwe bi îsrarin, roj bi roj hejmara hêzên polîs û besîc ên li hemberî xwepêşandanan jî zêde dibe.

 

Li bajarên Îranê yên weke, Tehran, Îsfehan, Kerec, Reşt, Ehwaz, Hemedan, Şîraz, Tebrîz, Xurem Abad, Sine û Kirmaşan ên Rojhilatê Kurdistanê xwepêşandan hebûn û heya derengiya şevê dewam kir.

 

Li paytexta Îranê Tehranê tevî ku hejmara polîs û Besîciyan li kolanan zêde bû û ragihandina rejîmê jî bi rêya şerê psîkolojîk hewl dida tirsekî çêbike jî, li taxên cuda yên Tehranê xwepêşandan pêk hatin. Ji ber hêzên rejîmê qadên navendî tev girtibûn xwepêşdan berbelavê nava taxan bûn û çalakiyên xwe derbasê her kuçe û kolanek kirin.

 

Roj bi roj dirûşmeyên xwepêşandanan tundtir dibin. Şevê din yekem car dirûşmeya 'Xameneyî kujere' û 'bimre Xanemeyî' hatin gotin. Ev dirûşme tam jî piştî daxuyaniya Elî Xameneyî ya li ser xwepêşandanên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê ku da hate gotin. Her wiha bertekên gel gihîşt wê astê ku li çend cihan wêneyên Xameneyî anîn xwarê û agir berdanê.

 

Ji berî niha Wezîrê Îtlaeta Îranê dabû diyar kirin ku dest bi operasyona binçavkirina xwepêşanderan kirine. Heya niha li Tehranê zêdeyî 450 kes hatine binçavkirin, li parêzgeha Kirman, Xurastan, Feris, Hemedan û Esfehan zêdeyî 150 kes, li Erdebîl 40 kes, li Şadgan 20 kes, li Tebrîz 90 û li Meşhed jî 138 hatine binçavkirin.

 

Li gorî daneyên tên dayîn di nava 6 rojan de 23 kes di xwepêşandanan de hatine kuştin. Gelek kes jî birîndar bûne.

 

Heya niha nayê zanîn di xwepêşandanên şevê din de ka kuştî û birîndar hene yan ne. Di vê derbarê de ti agahî nehatine bidest xistin.

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here