‘Divê jin dest bidin hev û li dijî rejîmê serî hildin’

32

ELÎ QADIR /  SORAN

Aktîvîstên jin ên Rojhilatê Kurdistanê li Başûrê Kurdistanê diyar kirin ku divê jin ji raperîna gelên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê re pêşengiyê bikin û bang li jinan kirin ku çalaktir beşdarî raperînê bibin.

 

Aktîvîsta siyasî ya ji Rojhilatê Kurdistanê Ronahî Sine diyar kir ku divê jinên Îranê û bi taybet jinên Rojhilatê Kurdistanê têkoşîna jinên Kobanê ji xwe mînak bigirin û got; "Divê jin bi ruhê jinên Kobanê pêşengiyê bikin.”

 

 

Ronahî di berdewama axaftina xwede îşaret bi têkoşîna hevpar a jinan li dijî sîstema desthilatdar kir û wiha pêde çû:"Ji bo jin ji bindestiyê rizgar bibin û azad bibin, pêwîste hemû dest bidin hev û li dijî sîstema desthilatdar serî hildin. Bi taybet divê jin hêz û îradeya xwe nîşan bidin û ji vê serhildanê re pêşengiyê bikin."

 

Ronahî Sine di dawiya axaftina xwede daxwaza berdewam kirin û mezin kirina têkoşînê û çalakiyan ji gelê Îran û Rojhilatê Kurdistanê kir û got: “Ez daxwazê ji gelên Îranê û bi taybet gelê Kurd dikim ku xwepêşandanên xwe berdewam bikin. Hêza jinan dikare guhertinan pêk bîne.”

 

Her wiha aktîvîst Mizgîn Seqiz a ji Rojhilatê Kurdistanê jî diyar kir ku beşarbûna jinan a di xwepêşandanan de gelek girînge û got; "Em daxwazê ji hemû jinan dikin ku hîn xurtir beşdarî xwepêşandan bibin. Divê heya encamgirtin û serkeftinê xwepêşandanan berdewam bikin û mafên ku ji aliyê dewleta meleyan ve hatine desteserkirin dûbare bistînin.”

 

 

Mizgîn Seqiz weke jineke ji Rojhilatê Kurdistanê ku ji neçarî koçê Başûr kiriye piştgiriya xwe ya bi jinên Îran û Rojhilatê Kurdistanê re anî ziman û got:"Ew zilm û zordariya dewleta Îranê dike, nayê hesap. Lewra êdî bese, pêwîste dawî li vê zilm û zordariyê bînin. Em daxwazê ji hemû jinan dikin ku piştgiriya wan jinên beşdarî xwepêşandanan dibin bikin û beşdarî xwepêşandanan bibin. "