Du xwişk ji aliyê birayê xwe ve hatin qetil kirin

55

 

HEWRÊ KIRÊKAR / KELAR

Berdevkên Rêveberiya Polîsên Germiyan Elî Cebar ji ajansa me re ragihand ku li Taxa Sed Melekeyî ya Kelarê zilamekî 2 xwişk û zavayê xwe gulebaran kir û di encamê de 2 xwişkên wî jiyana xwe ji dest dan û zavayê wî jî birîndar bûye.

 

Berdevkên Rêveberiya Polîsên Germiyan Elî Cebar eşkere kir ku tîma polîsan çû cihê bûyerê û herdu cenaze û birîndar rakirine Nexweşxaneya Lezgîn a Şehîd Hejar a Kelarê û got; "Sûcdar reviye, lêgerîna kesê sûcdar destpê kiriye û lêpirsîn jî dane destpêkirin.”

 

Têkildarî sedema bûyerê heya niha ti tiştek ne hatiye gotin.