‘Emê bê teredût li ser xeta Sarayan bimeşin’

39

 

 

ŞENGAL/ ROJNEWS

 

Endama Rêveberiya Yekîtiya Ciwanên Êzidî (YCÊ) Ezda Viyan ku ji ajansa me re axivî, komkujiya Parîsê şermezar kir û got ku dewleta Tirk ji ber bêtehemuliya xwe ya li hemberî tevgera azadî li hemû cihan êrîş dike.

 

Ezda Viyan wiha dest bi axaftina xwe kir; “Di serî de me hevalên xwe yên 9’ê Çile hatin qetilkirin, Sara, Rojbîn û Ronahî bibîr tinin û bejna xwe li hemberî wan ti tewînin. Ev ji bo me rojek pir girane. Di dilê me de birîn vekir. Dijmin xwest di 9’ê Çile de dest bavêje nirxên gelê Kurd û bi taybetî jinê. Ji ber ku heval Sara ji destpêka avakirina tevgera azadî heya wê rojê timî dinava xebatan de bû.”

 

‘Armanca komkujiyê vala derxistina hevdîtinên Oslo bû’

 

Viyan wiha dewam kir; “Dewleta Tir xwest ku pêvajoya Oslo vala derbixwe. Kesên di hevdîtina Oslo de hazir bûn endamên MÎT’ê bûn û destê wan di komkujiyê de hebû. Ji ber ku dewleta Tirk nedixwast pêvajoya Oslo serbikeve. Hedefgirtina heval Sara bi vê armancê bû. Ji ber ku dizanin heval Sara ji bo me dîrokeke.”

 

Viyan diyar kir ku Ronahî ji bo wan xetekî giring a pêşeroja ciwana ne û wiha got; “Hevala Ronahî ji bo tevgera ciwanan sembolek bû. Di roja me ya îro de bi hezaran jinên ciwan di xeta Ronahiyan de dimeşin. Ji bo dijmin jî ev bersivek herî mezine.”

 

‘Bila dewletên Ewropa bêdeng nemînin’

 

Viyan di dewama axaftina xwe de bal kişande ser bêdengiya dewletên Ewropa û wiha dewam kir; “Weke tevgera ciwanan em vê komkujiyê şermezar dikin. Divê em bi çalakiyên xwe dawî li van êrîşan bînin. Divê dewletên Ewropa li hemberî di serî de komkujiya Parîsê û êrîşên dewleta Tirk bêdeng nemîne. Her wiha bila dewleta Fransa ji bîr neke ku destê wan jî di vê komkujiyê de heye. Em car din dibêjin bêdengî hevkariye.”

 

Di dawiyê de Viyan axaftina xwe wiha bi dawî kir; “Emê heya dawî bê teredût li ser xeta Ronahî, Bêrîvanan û Sarayan bimeşin. Çi dibe bila bibe emê dest ji doza şehîdên xwe bernedin. Weke ciwanên Êzidî emê li ser xeta pêşengên xwe yên ciwan bimeşin.”

 

(sk)