Heften: Eger xwepêşandan berdewam bikin, wê encam bigire

46

 

 

DANA OMER / SILÊMANÎ

Endamê Konseya Rêveber a Komelgeha Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) Mezlum Heften li ser xwepêşandanên gelên Îran û Rojhilatê Kurdistanê yên ev 7 rojin berdewam dikin ji ajansa me re nirxandinên girîng kir û got; "Çavkaniyên bingehîn ên pirsgirêkan, çi pirsgirêkên aborî bin, yan jî pirsgirêkên neteweyî û mezhebî bin, hemû ji desthiladariya Komara Îslamî ya Îranê çavkaniya xwe digire. Ji ber vê desthilatdariyê bêkarî û hejarî roj bi roj zêde dibe. Pirsgirêka nebûna azadî û binpêkirina mafê mirovan roj bi roj zêde dibe. Lewra êdî aramî di nava gelê Îranê de nemaye."

 

Heften destnîşan kir ku li Rojhilata Navîn tevgerekî nû derketiye û wiha pêde çû; "Biharan Ereban destpê kir, ev tevger xwedî destkeftî bû, her li Tunisê heya Başûrê Afrîka û tişta niha li Îranê rû dide weke wê tevgerê ye ku weke Bihara Gelan tê naskirin. Ji ber ku desthilatdariya Îranê li herêmê weke desthilatên dîktatore. Di Bihara Gelan de gel karî bi îradeya xwe sîstema dîktatoriyê ji holê rabike. Ev yek ji bo gelên Îranê jî bûye ezmûnek. "

 

'Wê îradeya gel bi ser bikeve'

 

Heften bal kişand li ser siyaseta derve ya Îranê û wiha axivî; "Eger desthilata Îranê dersê ji çarenûsa sîstema dîktator ên herêmê dernexe û guh nede daxwazên gel, mafê wan nas neke, wê çarenûsa wê jî weke dîktatorên din ên herêmê be. Lê, heya îro ji bo dayîna mafên gel ti gav neavêtine.

 

‘Rejîma Îran li herêmê jêdera pirsgirêkane’

 

Ji derveyî vê yekê li Rojhilata Navîn Îran xwedî karekterekî derxistina pirsgirêkane. Destê wê di pirsgirêkên siyasî yên herêmê de heye. Destê wî di pirsgirêkên li Sûriye, Libnan û welatên din heye. Lê, xwedî karektereke ne alîgirê gelên herêmê ye. Alîgirê desthilatên dîktatore."

 

‘Êdî sebra gel nemaye’

 

Heften eşkere kir ku êdî sebra gel nemaye û wiha axivî; "Eger sîstema Îranê li ser vê hişmendiya desthilatdariya ku niha dide meşandin berdewam bike, divê bizanibe ku wê îradeya gel bi ser bikeve, ji ber ku êdî sebra gel nemaye. Weke KODAR, li gorî me pêwîste ku Îran xwestekên gel bi cih bîne û bibe sîstemekî demokratîk. Ev jî guhertinên di sîstema desthilatdarî û qanûnî de ferz dike."

 

'Armanc yeke, divê yekgirtî bin'

 

Heften, îşaret bi armanca xwepêşdanan û xalên wan yên hevpar kir û got; "Em rêz didin serhildan û xwepêşandanên li Îranê tên lidarxistin. Tişta gel dike cihê rêzdarî û hurmetê ye. Kesên jiyana xwe ji dest dane şehîdên rêya azadiyê ne. Em ji birîndaran re şifayê dixwazin. Girînge gelên Îranê yekgirtî be, ji ber ku pirsgirêkên wan yekin. Yek dirûşmeya wan a hevbeş heye. Dibe ku xwepêşandan ji netewe, ol û baweriyên cuda bin, lê yek armance, lewra divê yekgirtî bin. Eger kesek û grûbek bi zanabûn bixwazin xwepêşandanan parçe bikin, yan bikin malên xwe, wê ziyanê bigihîn gel û armanca xwepêşandanan. Ji ber ku ev serhildana hemû gelên Îranê ye. Berdewamkirina serhildaranan girînge. Eger berdewam be, wê dewlet neçar bibe daxwazên gel bi cih bîne. Lê eger parçe parçe be, wê dewlet li hemberî wan hêzê bi kar bîne û bêdeng bikin."

 

'Divê em eniyekî demokratîk ava bikin'

 

Endamê Konseya Rêveber a KODAR'ê Mezlum Heften  diyar kir ku weke KODAR piştgiriya hemû gelên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê dikin û axaftina xwe bi van hevokan bi dawî kir: “Li gorî min divê gel bi xwe xwe bi rêve bibe û sîstemeke bihevre jiyankirina gelan li pêş dibîne, ava bikin. Tişta ku îro li Îranê derketiye eve ku ji me re dibêje, her çiqas cudahiya me heye, lê yek çarenûsa me heye û em yekgirtî ne. Ev yek ji bo me partiyên Rojhilatê Kurdistanê peyameke. Gel dixwaze di nava aliyan de yekgirtin çêbibe. Lewra pêwîste, em eniyekî demokratîk û azad ava bikin. Ji bo ku bi hev re li dijî Komara Îslamî ya Îranê xebatê bikin û gelê Rojhilatê Kurdistanê û tevahiya gelên Îranê azad bikin."