Heşdî Şebî niha jî dikeve siyaseta Iraqê-Dosya

72

 

DILŞAD XOŞNAW / ROJNEWS

 

Komên di bin navê Heşdî Şebî de hatine cem hev, piştî êrîşên li ser Kerkûk, Xurmatû û Germiyan  hîn zêdetir ketin rojevê. Dihat gotin ku ev kom wê piştî tunekirina DAIŞ’ê bên hilweşandin, lê hêza xwe zêdetir kirin û êrîşî Başûrê Kurdistanê kirin.

 

Piştî ku hilbijartinên Iraqê ketin rojevê û hêzên navnetewî û herêmî jî hîn zêdetir mudaxilî siyaseta Iraqê bûn, ev kom careke din bûn rojev. Hin komên girêdayî Heşdî Şebî ji bo tevlîbûna hilbijartinan serlêdan kirine û di nava lîsteya aliyên ku dê bikevin hilbijartinan de navên wan derbas dibe. Tê gotin ku dewleta Îranê ku dixwaze bandora xwe ya li ser Iraqê zêdetir bike, destek dide van koman.

 

 

Baş e, Heşdî Şebî hêzek çawa ye û çawa gihîşt vê merheleyê. Tesîra wê çiqas heye?

 

Heşdî Şebî ji 79 koman pêk tê. Tê gotin ku hejmara çekdêrên wê nêzî 120 hezar kesî ye. Piştî ku di 10'ê Hezîrana sala 2014'an de çeteyên DAIŞ'ê Mûsil dagir kir, bi banga oldarê herî mezin ê Şiiyên Iraqê Ayetullah Alî El-Sîstanî hate avakirin. Wê demê Sîstanî banga “Divê hemû ferdên Iraqê çekê hilgirin û parastina xaka Iraqê bikin” kiribû. Piştî vê bangê di 15'ê Hezîrana sala 2014'an de Heşdî Şebî hate avakirin.

 

Hêzên Heşdî Şebî ji du beşan pêk tên. Beşek hîmê esasî yê Heşdî Şebî pêk tîne, beşa din jî komên cuda yên Şîiyan in. Hinek ji van koman piştî banga Sîstamî hatine avakirin û hinek jî wekî çekdarên hin hizban û aliyên siyasî ji berê de hebûn û piştre beşdarî Heşdî Şebî bûn. Ji pêkhateyên Heşdî Şebî hin komên ku tên zanîn wiha ne.

 

 

Rêxistina Bedir

 

Rêxistina Bedir di serî de bi navê Feyleqî Bedir di sala 1982'yan de bi pêşengtiya Berpirsê Giştî yê Encumena Bilind a Şoreşa Îslamî ya Iraqê  Mihemed Baqir El Hekîm, bi piştgiriya Îranê hate damezirandin.  Wê demê weke hêza leşkerî ya vê encumenê hate damezirandin. Endamên wê zêdetir ji leşker û efserên artêşa Iraqê yên revîn pêk dihat û navenda wan a sereke li Îranê bû.

 

 

Kongreya Feyleqî Bedir ya piştî rûxana rejîma Iraqê li Necefê pêk hat. Di vê kongreyê de navê komê wekî Rêxistina Bedir hat guhertin. Sedema guhertina navê komê, wekî ku rola wê ya leşkerî bidawî bûye hat nişandan. Lê dema ku Heşdî Şebî ava bû, ev kom kete di bin destê Hadî El Amarî ku berê di hikûmeta Iraqê de wezîr bû. Piştî banga Sîstanî gelek ciwanên Şîi li derdora wî kom bûn. Di destê komê de çekên sivik û navendî yên ku Îranê dabûn Feyleqî Bedir hebûn.

 

 

Di nava Heşdî Şebî de koma herî mezin a Heşdî Şebî ye. Têkiliyên wê yên li gel Îranê baş in. Bi taybet peywendiyên Hadî El Amirî bi rêveberê olî yê Îranê Elî Xameney û Fermandarê Leşkerî ya Hêza Qudis a Îranê Qasim Silêman re heye.

 

Esaîb Ehlî Heq

 

Di sala 2007'an de di bin sîwaneya Heşdî Mehdî de bi serokatiya Qeys Xezelî û Ekrem Keibî de hate damezirandin. Xezelî yek ji xwendekarên bavê Muqteda Sedir, Mihemed Sadir bû û niha serokatiya vê komê dike. Bi bangên Muqteda Sadir ve negirêdayî ye. Di sala 2010'an de ji aliyê Amerîka ve hate girtin. Timî yek ji berpirsên Heşdî Şebî yên li dijî Amerîkayê daxuyaniyan dide. Xwedî çekên sivik û navendî ne.

 

 

Koma Esaîb Ehlî Heq bi rêberê olî yê Îranê Elî Xameneyî ve girêdayî ye û peywendiyên wan ên li gel hêza Qudis a Îranê re gelekî başin. Ev kom ji ber revandin û kiryarên din ên li hemberî Kurdan û Suneyên Iraqê tê gunehbarkirin. Di van demên dawî de li Bexda hêzên wê êrîşî ser xwendekarên Kurd kir û gefa ku ji Bexda derkevin li xwedekarên Kurd kirin. Ev kom yek ji komên sereke yên Heşdî Şebî ye.

 

 

Qanûnkirina Heşdî Şebî

 

Li gorî madeya 108’an a Destûra Iraqê ku tê de tê gotin; "Li gorî pêwîstî û zerûreta yasayê desteyek din a serbixwe dikare were damezirandin"  di roja 13'ê Tebaxa sala 2016'an de parlamenterê Şîi Ebdulhadî Hekîm ji bo fermîkirina Heşdî Şebî pêşniyarqanûn pêşkêşî parlamentoya Iraqê kir.

 

 

Di roja 23'yê Mijdara sala 2016'an de parlamentoya Iraqê bi piraniya dengan li gorî yasaya bi hejmara 91’an Heşdî Şebî wekî hêzek fermî pejirand. Pişt re mûçeyên 120 hezar çekdarên Heşdî Şebî ji bûdceya sala 2017'an hatin veqetandin.

 

Peywendiyên Heşdî Şebî bi hikûmeta Iraqê re

 

Berdevkê  Heşdî Şebî Ehmed Esedî di 14'ê Kanûna sala 2016'an de li paytexta Îranê Tehranê diyar kir ku Heşdî Şebî parastina hiqûq û serweriya xaka Iraqê dike.

 

Her çiqasî di benda yekem ya qanûna 91’an de tê gotin; “Heşdî Şebî pêkhateyekî leşkerî ya serbixwe ye, beşeke ji artêşa Iraqê û girêdayî Fermandarê Giştî yê Artêşa Iraqê ye” jî, lê li gorî lêkolînan,  fermandarên Heşdî Şebî zêde ne dibin kontrola Fermandarê Giştî yê Artêşa Iraqê de ne û di bin kontrola fermandarên xwe de ne. Ew jî di bin kontrola Fermandarê leşkerî yê Îranê Qasim Silêman de ne.

 

 

Yek ji belgeyên ku van agahiyên jor piştrast dike, 2 teqînên ku di roja 5'ê Mijdara 2017'an li Kerkûkê pêkhatibûn e. Teqînek li nêzî baregeha Seraya Selam ku hêza leşkerî ya Sadire û yek ji komên Heşdî Şebî ye çêbû. Piştî teqînê  Muqteda El-Sadir bêyî ku hikûmeta Iraqê û berpirsê Heşdî Şebî Hadî Amerî agahdar bike, biryara vekişîna hemû çekdarên Seraya Selam ji Kerkûkê da.

 

 

Yek ji belgeyên din ew e ku Berdevkê Heşdî Şebî Kerîm Nurî beriya niha dabû diyarkirin ku Heşdî Şebî rasterast fermanê ji Hadî Amirî digire.

 

Veguherîna ji bo siyasetê

 

Gelek caran hatiye eşkerekirin ku Heşdî Şebî hêzekî demkî ye û piştî ku li Iraqê DAIŞ bi dawî bû, wê were hilweşandin. Lê êrîşên ku di 16'ê Cotmeha 2017'an de li ser Kerkûk û Germiyan çêbûn, ev nêrîn vala derxist. Hat îspatkirin ku wê piştî DAIŞ'ê jî Heşdî Şebî bimîne û xwe li gorî rewşê veguherîne.

 

 

Ji dema Heşdî Şebî hatiye avakirin û heya niha, gelek caran di navbera wan û Kurdan de alozî derketine. Ji berî bûyerên 16'ê Cotmehê jî li herêmên Celewla û Xurmatû çend caran aloziyên mezin çêbûne. Heya niha gelek caran Heşdî Şebî li dijî Kurdan daxuyanî dane. Lê tevgera Heşdî Şebî ya herî mezin a li dijî Kurdan êrîşên 16'ê Cotmehê yên li ser Kerkûk, Xurmatû û herêmên din ên bi nakok bûn.

 

Bandora Îranê

 

Beriya çend rojan lîsteyek ji aliyê Komîsyona Bilind a Hilbijartinên Iraqê ve hate belavkirin. Li gorî lîsteyê wê 204 lîste û aliyên siyasî yên Iraqê beşdarî hilbijartinên dema 4’an a parlamentoya Iraqê dibin. Di navan lîsteyan de navên du komên Heşdî Şebî yên bi navê Rêxistina Bedir û Esaîb Ehlî Heq jî hene.

 

Ev herdu hêz jî komên herî mezin ên di nava Heşdî Şebî de ne. Çavdêrên siyasî diyar dikin ku Heşdî Şebî dixwaze êdî xwe bi rengên cuda veguherîne û di qada siyasî de li Iraqê bandor çêbike. Stratejîst û siyasetmedar balê dikişînin ku Heşdî Şebî hêza xwe ya herî mezin ji Îranê digire û Îran dixwaze bi vê riyê li Iraqê tesîra xwe zêdetir bike.

 

(ab/ac)