NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

Piştî mehek a betlaneya Parlementoya Iraqê, îro rûniştina yekem a ji bo pêşniyarqanûna ji bo bûdceya giştî ya Iraqê ya sala 2018'an pêk tê.

 

Li gorî bernameya rûniştinê wê rojeve sereke bûdceya sala 2018'an be.

 

Di pêşniyarqanûna bûdceyê de bûdceya Herêma Kurdistanê ji sedê 17 daxistine sedê 12.6. Lê, ji ber nerazîbûna piraniya parlamenteran pêşniyarqanûn dîsa ji desteya wezîran re hatibû şandin. Îro wê dîsa pêşniyarqanûna bûdceya ji bo Herêma Kurdistanê jî di parlementoyê de were nirxandin û çav li rêye ku biryareke zelal jî were girtin.

 

Ancax heya niha jî nayê zanîn ku hikûmet guhertin di pêşniyarqanûna ji bo bûdceya sala 2018’an de çêkiriye yan wek xwe maye.

 

Lê duh Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî diyar kir ku bûdceya Herêma Kurdistanê ya ji sedê 17 a salên berê bi lihevkirina siyasî bû, lê divê ji niha û pêde li gorî hejmara niştecihên Herêma Kurdistanê bê diyar kirin.

 

Li Herêma Kurdistanê heya niha  bi fermî serjimariya niştecihên Herêma Kurdistanê nehatiye kirin. Niha nayê zanîn hejmara niştecihên Herêma Kurdistanê bi awayeke zelal çende.

 

 

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here