Karkerek dawî li jiyana xwe anî

30

 

 

SILÊMANÎ / ROJNEWS

 

Li bajarokê Bazyan ya ser bi parêzgeha Silêmaniyê karkerekî benzînxaneya Bazyan bi keleşînkofê dawî li jiyana xwe anî.  

 

Têkildarî bûyerê Berdekê Polîsên Qeza û Nahiyeyê Silêmaniyê Îqbal Mihemed diyar kir ku karmendê Benzînxaneya Bazyan yê bi navê (D.R.N) yê temen 29 salî bi keleşînkofê li nava benzînxaneyê dawî li jiyana xwe aniye.

 

Li gorî agahiyên Îqbal Mihemed dane, cenaze ji bo Tiba Edlî ya Silêmaniyê hatiye şandin û polîsan dest danîne ser ew çeka ku xwe pê kuştiye. Her wisa Polîsên Tasluce jî têkildarî sedem û pêkhatina bûyerê dest bi lêkolînê kirine.

 

Hêjayî gotinê ye di sala 2018'an de ev kesê yekeme ku li Başûrê Kurdistanê dawî li jiyana xwe aniye.