NAVENDA NÛÇEYAN

 

Çav li rê bû ku îro di saet 11:00’an de parlementoya Iraqê bi armanca nîqaşkirina bûdceya sala 2018’an a Iraqê kom bibe. Her wiha diviyabû îro pêşniyarqanûna bûdceya Iraqê were nîqaş kirin û bikeve dengdanê.

 

Ancax ji ber di pêşniyarqanûnê de bûdceya Herêma Kurdistanê hatiye kêm kirin ji lewma komên partiyên Kurd li parlementoya Iraq'ê civîna îro boykot kirin.

 

Ji ber boykotê jî hejmara qanûnî ya ji bo civînê û dengdanê têrê ne dikir, rûniştin pêk ne hat. Ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê jî serokê parlementoyê Selîm Cibûrî bi serokê komên partiyên li parlementoya Iraq rê civiya.

 

Bûdceya Herêma Kurdistanê berê sedî 17 bû lê, piştî pêkhatina referandûmê pêşniyarqanûnek ji aliyê komîsyona darayî ya Iraqê ve hate derxistin û ev komîsyon para bûdceya herêmê daxist sedî 12.67. Desteya Darayî vê pêşniyarqanûnê erê kir û pêşkêşê Desteya Wezîran kir û Desteya Wezîran jî erê kiriye, tenê maye ku parlementoya Iraqê vê pêşniyarqanûnê pesend bike û bixe meriyetê.

 

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here