Rejîma Îranê du kolberên din qetil kir

29

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Navenda Demokrasî û Mafê Mirovan a Kurdistanê daxuyakirin ku li ser sînorê Urmiyeya Rojhilatê Kurdistanê û Bakurê Kurdistanê rejîma Îranê li du cihên cûda kolberên Kurd daye ber gulayan û di encamê de 2 kolber jiyana xwe ji dest dane û 2 kolber jî birîndar filitîne.

 

Li herêma Soma ya Urmiyê kolberê bi navê (M.Q) ê 21 salî û (E.Q) ê 30 salî ji aliyê hêzên Îranê ve hatin kuştin û kolberek din jî bi giranî birîndar bûye.

 

Di bûyereke din de jî kolberê bi navê Ramîn Esmerê (19) salî yê ji gundê Nazlu yê Urmiyê jî birîndar bû û niha li Nexweşxaneya Urmiyê tê derman kirin.

 

Navenda Demokrasî û Mafê Mirovan a Kurdistanê eşkere kir ku di nava du rojan de li sînorê Merîwan, Hewraman, Xoyê û Serdeştê zêdeyî 20 hespên kolbaran û barên wan hatine desteser kirin.