‘Sakîne yek ji damezrênera PKK’ê û şoreşê bû’

56

 

ROZE MIHEMED / SILÊMANÎ

Di 9’ê Çileya 2013’an de yek ji damezrênera PKK’ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û Endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez hatibûn qetilkirin. Çavdêra siyasî Necîbe Omer bi boneya 5. salvegera şahadeta hersê jinên şoreşger ên Kurd ji ajansa me re axivî.

 

 

‘Cansiz yek ji damezrênera PKK’ê ye’

 

Omer diyar kir ku Sakîne weke kesayetiyekî pêşeng ji destpêka sala 1970'an ve dest bi têkoşînê kiriye û got,"Sakîne Cansiz bi têkoşîna xwe karî li himberî hişmendiya namusperest, zayendperest û kevneperestiyê raweste. Cansiz beşdarî damezirandina PKK'ê û şoreşê bû. Di heman demê de, hewl daye ku hişmendiya ku beşdarbûna jinan a weke hêza yedek a mêran didît, derbas bike.”

 

Necîbe Omer têkoşîna radîkal û dem dirêj ya Cansiz bi bîr xist û wiha pêde çû; "Di destpêka têkoşînê de di nava kesên karker kedkar de cih girtiye û kar kiriye. Êş û azarên jin di civakê de kişandine ji nêz ve dîtiye û hîs kiriye. Hemû nirxên mirovahiyê di kesayetiya xwe de pêk aniye. Cansiz kesayetiya xwe bi fikir û felsefeya Rêber Apo bi hêz û bi îrade  kirî bû. Di têkoşîna çekdarî de û di gava yekem a damezirandina hêzên parastina jinan de rolekî berbi çav bû hebû. Li her çar parçeyên Kurdistanê kar û xebatên bê hempa dikir. Di got, li Başûrê Kurdistanê jin dikarin, Leyla Qasim, Ayşe Gul û Margirêt ji xwe re mînakên pêşengiyê bigirin."

 

‘Fîdan jineke Kurd a dîplomat bû’

 

Çavdêra siyasî Necîbe Omer têkildarî Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û Endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez jî axivû û wiha got; " Heval Fîdan weke kesayetiyekî siyasetmedar û dîplomatîk a bi hêz a Kurd li Ewropa di kar û xebat dida meşandin. Li hemberî fikra sermayedarî ya êrîşê îradeya jinê dike, têkoşîneke radîkal û bihêz dida.

 

Her wiha Leyla Şaylemez jî weke jinekî ciwan a Kurd di temenekî biçûk de ji Bakurê Kurdistanê koçî Ewropa dike. Bi îradeyeke xurt a ciwantiyê timî di nava kar û çalakiyan de bû û têkoşîneke xurt da.