Şandek a Goran, Komel û Hevpeymanî ber bi Bexda rê ket

29

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Li gorî ragihandina Goran, saetên êvarê şandek hevbeş a Tevgera Goran, Komeleya Îslamî û Hevpeymana ji bo Demokrasî û Dadperweriyê ji Balafirgeha Silêmanî ber bi Bexda rê ket. Hat diyarkirin ku şande wê li gel rayedarên Iraqê bicive û li ser rewşa niha ya Herêma Kurdistanê û Bexda û pirsgirêkên navbera herdû aliyan de guftûgo bike.

 

Şanda hevbeş ji Tevgera Goran, Şoreş Hacî û Dr. Reûf Osman, ji Komeleya Îslamî Mihemed Hekîm û Ehmed Hacî Reşîd û ji Hevpeyamana ji bo Demokrasî û Dadperiyê jî Heme Rehîm û Hesen Cîhan pêk tê.

 

Li ser armanca serdana şandê wiha hate gotin; “Bi armanca peydakirina rêyek çareseriyê ji bo pirsgirêkên di navbera Bexda û Hewlêr de ku piştî bûyerên 16’ê Cotmehê derketin, şanda hevbeş serdana Bexda dike.”

 

(sk)