Sobeya gazê bu sedema mirina 3 kesan

28

 

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî daxuyaniya polîsên Hewlêrê, şeva din li bajarokê Kelekê di malekê de, ji ber dûkela zêde ya sobeya gazê 3 endamên malbatekê jiyana xwe ji dest dane û kesek jî bi jehrê ketiye.

 

Navê kesên jiyana xwe ji dest dan wiha ye; Seîd Mehmud ê 38 salî, Şemse Mihemed a 52 salî û Eyan seîd ê 2 salî ne.   

 

Ceneza ji bo Tiba Edlî ya Hewlêrê hatine şandin û tê gotin ku derbarê bûyerê de lêpirsîn destpê kiriye.