Wezîrê Fransayê serdana xwe ya Tehranê paşxist

43

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Wezîrê Karên Derve yê Fransayê biryar bû ku roja înê serdana Tehranê bike û hinek hevdîtinan li gel rayedarên Îranê pêk bîne. Ancax ji ber alozî û xwepêşdanên li seranserê bajarên Îranê ev serdan hate paşxistin.

 

Li gorî daxuyaniya Elysêe, Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drîan wê roja Înê biçûya Tehranê, lê belê ev serdan ji bo demeke nediyar hatiye paşxistin.

 

Tê texmîn kirin ku ev serdan ji ber nebûna ewlekariya li welat û xwepêşdanên li dijî rejîma zordar û dij demokratîk ya Îranê ku ev 6 rojin di dome hatiye paşxistin.