NAVENDA NÛÇEYAN

 

Xwepêşandanên gelên Îranê di roja 7. de berdewam dike. Hikûmeta Îranê bi armanca ku pêşî li xwepêşandana bigire îro hêzên girêdayî hikûmetê bi cilên sivîl bi navê welatiyan bir li ser cadeyan, pê xwepêşan kirin û li dijî xwepêşandanên gel dirûşme avêtin.

 

Hate ragihandin ku hikûmetê ji hemû dibistanên seretayî yên Îranê re name şandine û di nameyan de daxwaz ji mamosta û rêveberiya dibistanan hatiye kirin ku xwendekar beşdarî xwepêşandanan bibin.

 

Her wiha hemû hêzên Besîc û hêzên din ên girêdayî hikûmetê bi cilên sivîl daketine kûç û kolanan.

 

Ne cara yekeme hikûmeta Îranê hêzên xwe bi navê welatiyan li dijî welatiyan bi kar tîne. Di sala 2009'an de senaryoyekî wiha li dijî welatiyan bi kar anî û bi rêya hêzên xwe xwepêşandan li dijî welatiyan kir û jê re sedem çêbûn bi awayekî hovane welatiyan bêdeng bike.

 

 

Xwendekarên nerazî yên Îran û Rojhilatê Kurdistanê ji bo îşev jî xwepêşandan pêk werin bang kirine. Lê heya niha cihê destpêkirina xwepêşandana eşkere nekirine.

 

Hêzên polîs û Besîc piraniya kolan û cadeyên şevê din xwepêşandan lê çêbûn girtine. Lewra xwepêşanderan biryar daye îşev li cihên din xwepêşandana bikin û bi vî awayî hêzên polîs û Besîc vala derbixin.

 

Li paytexta Îranê Tehranê li cihê ku weke şevên din li Cadeya Înqilab û Welîhesir xwepêşandan pêk werin, bang hatiye kirin ku li 4 meydanên sereke, li başûr, rojava, bakûr û rojhilatê Tehranê xwepêşandan pêk werin.

 

 

Herî dawî daxwazên sereke yên xwepêşanderên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê wiha hate eşkere kirin; "Ji bo sîstema Komara Îslamî ya Îranê referandûm pêk were. Rakirina sîstema wîlayetî ya feqme. Wekheviya jin û mêr. Azadiya ragihandinê. Bi edaletî parvekirina çavkaniyên welat. Ji hev cudakirina ol û siyasetê."

 

Di çalakiyan de bi giranî dirûşmên "Bimire rejîm", "Bimire Xamaney, bimire Rûhanî" û "Mûxafazakar û reformîstno, êdî lîstik qediya" tên qîrîn.

 

(sk)

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here