Yildirim: Êdî dema hilweşîna sîstemên dîkdator hatiye

31

 

 

ŞOREŞ BENEK / SILÊMANÎ

Alîkarê Hevserokê Giştî yê HDP’ê û Parlamenterê HDP’ê Nadir Yildirim li ser serhildanên gel ên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê  û xwepêşandanên meha buhrî li Başûrê Kurdistanê çêbûn ji ajansa me re axivî.

 

 Yildirim bal kişande ser serhildanên niha li Rojhilatê Kurdistan û Îranê heyîn û got: "Ev serhildana dawiyê ku gel dayî destpêkirin jı yên berê  hîn bi biryartire. Sedema xwe jî pirsgirêkên ku di nava rejîm û civakê de ye ku ev pirsgirêk ji yên polîtîk û aborî jî  wêdetire. Ne demokratîkbuna rejîmê û kiryarên paşketî bersiv nade vê qonax û rastiya civakê. Hemu rejîmên dîktator yên teokratîk, oligarşîk  û burokratîk ên li dijî demokrasiyê divê vê bibînin, êdi ev rejîm kevin bune girêdayî sed salên buhrî ne. Rejimên ku di sedsalên berê de jî pirsgirêkan  çareser nekirine û  weke bar danîne ser milê gel. Di roja me û pêşerojê de xwe berdewamkirina van rejîman di van  şertan de ne gengaze."

 

Êdî dema qonaxa rejîma Îranê temam bûye!

 

Her wiha Yildirim anî ziman  ku rêya çareseriya hemû pirsgirêkan di demokrasiyê re derbaz dibe û wiha dewam kir; “Di vê wateyê de guherîn bi awayek demokrasî ji bo hemu rejîman derbazdare. Rejîma Îranê jî di nav de. Bi pêşengtiya rejîma Îranê li tevahî Rojhilata Navîn zihniyetek statuparez, mezhebtiya teng, nijadperesti belav dibe. Ev zihniyet û qonaxa ku rejîma Îranê gihistiyê,  gelên  li Rojhilat û Îranê  nîşanda ku êdî dema wê tejî bûye. Rejîma Îranê yan wê bi awayek wekhev û azadîxwaz nêzi gel, nîjad,  bawerî û pêkhateyan bibe û guhertinên demokratîk pêkbîne, yan jî wê weke gelek welatên cîhanê bi şikestinên tund re ru bi ru bimine.”

 

‘Pêwîstî bi projeyek bi hêz a pêşerojek ronî heye’ 

 

Yildirim  li ser hebûna projek bi hêz a gelan ku pêşerojek ronî nîşan bide jî got; “Îran, Iraq,  Sûriye, Tirkiye ji bo hebuna xwe bidin berdewamkirin, hîn zêde şidet, hêz,  zext û nêzîkatiyên dijminwarî dijberî  gel nîşan didin. Li beramberî vê jî pirsgirêka  gelên Rojhilata Navin ewe rêber û projek bi hez a wan nîne. Projeyek bi hêz a bi hevre jiyankirinê ya aştî û azadixwaziyê û pêşdîtinek bihêz ya ji bo pêşerokjek ronî heye  ku ew jî bingehê xwe ji fikrê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan  digire heye."

 

‘Siyaset û têgihiştina siyasetê ya partiyên Başûr bi hemû şêweyê îflas kiriye’

 

Li ser rewşa sîyasî, krîz û xwepêşandanê gel yên meha buhrî yên li Başurê Kurdistanê jî Yildirim got: "Siyaset û têgihiştina siyasetê ya partî û muxalefeta ku li Başûrê Kurdistanê heyî bi hemu aliyên xwe ve îflas kiriye. Serhildana gel a meha buhrî  mirov dikare bêje çavkaniya xwe ji vir digre. Ji ber ku siyaseta  li Başûr tê birêvebirin ne civakiye, di berjewendiyên gel de nîne. Siyasetek ezezî, dathilatdarî, malbatiye û berjewendiyên teng ên hizbiye. Karekterê xwe yê îdeoloji  paşketiye, nikare di vê qonaxê de ji bo gel bibe bersiv, pêwîstiyên civakê pêşwazî nake. Ji ber vê çendê serhiladana dawî ya Başûrê Kurdistanê ne li dijî çend kesan bû, li dijî hemu pêkhateyên siyasî bertekek, hêrsek bû. Ev jî di şexsê PDK û YNK de nîşan dide ku hemu pêkhate û partiyên siyasî îflas kirine."

 

‘Divê hikûmet li hemberî daxwazên gel guhertinên bingehîn çêbike’

 

Yildirim wiha dewam kir; “Ti caran ji bo çareserkirina pirsgirêkên civakê qabilyet, siyasetek çareserker ne hatiye pêşxistin. Daxwazên gel û pêdiviyên wan her dem hatiye paşguh xistin û ji nedîtîve hatiye kirin. Li beramberî van kiryar û çewisandinan mirov dikare bêje teqîna hêrsê bû. Zihniyeta ku niha vê civakê birêve dibe zihniyeteke ku berî 20 salan îflas kiriye. Ji ber vê eger zihniyetek îflas kiribe,  lidar xistina polîtîkayek a çareseriyê  ne gengaze. Eger ku hikûmeta herêmê li beramberî van nerazîbunên gel guherinek bingehîn neke, wê nikaribe rêveberiyê bike. Wê nikaribe çareseriyê ji bo daxwazên gel pêkbîne. Li tu welatên cîhanê de daxwaz û pirsgirêkên  gel bi zorê û çewisandinan peşî lê nayê girtin, nayê veşartin. Ji ber ku gel her tim li dijî dijmin di nava tekosinê de bûn, li dijî hikûmeta herêmê dem da, şans da hikûmetê û sebir kirin. Dem dem hişyarî û rexne kirin lê diyar bû ku pratîk, zihniyet, nêzîkatî  û rêveberiyek ji ya detshilatdar û dijminan cudatir derneket holê. Her dem civakê çewisandin, rêgirtina  peşketinên di warê aborî de, di vê wateyê de hikûmetek ku ne demokrasîxwaz, ne azadixwaz,  ne wekhevixwazi ji  siyaseta aborî bigre heta siyaseta malbatî ya berjewendîparêz û desthilatdariya teng, di referanduma Başûrê Kurdistanê de derket hole. Şeroşek partiyek ji bo berjewendiyên xwe yên şexsî û partiya xwe ji bo di bingehê siyaseta navxweyî de pozisyonek qezenç bike hemû berjewendiyên welat û gel bi awayek vekirî dixwe nava xeteriyê û  tine hesab dike.”

 

‘Pêwîste polîtikayên civakî bingeh bên girtin, ne yên malbatî’

 

Yildirim di dawiya axaftina xwe de têkildarî çareseriya krîzên li Başûrê Kurdistanê hene wiha got; “Ji bo wê divê di zutirin dem de bê meznahî û biçûkatiya partiyên siyasî û rêxistinên saziya civaka sivîl meclîsek nu bê damezrandin. Ev meclîsa damezrêner divê hemu pirsgirêkên civak û pêkhateyên Başûr ne li gorî kes û malbatan, li gori demê û li gorî rastiya civakê biryarên demokratîk û azadîxwaz bên girtin. Di çerçoveya meclîsa avaker de dikare komisyonek ya amadekariyê bê avakirin. Ev komisyon dikare vê meclîsa damezrêner bi plan bike û bide destpêkirin. Bi vî awayî divê polîtîkayên teng yên malbatî bêne derbazkirin û politikayên civakî bingeh bêne girtin.”

 

(sk)