‘Zewaca di temenê biçûk de tê wateya kuştina zarokan’

45

 

 

SEMÎRA ŞEHABÎ / SILÊMANÎ

 

Endamên Partiya Azad a Jinên Kurdistanê (PAJK) Viyan Aras û Rozerîn Guzereş ji ajansa me pêşniyarqanûna kesî ya Iraqê ku têde rê dide zarokên 9 salî werin zewicandin nirxandin.

 

Endama Partiya Azad a Jinên Kurdistanê (PAJK) Viyan Aras eşkere kir ku ev pêşniyarqanûn berdewamkirina sîstema mêrsalarî ya 5 hezar sala ne û got; "Ev yek tê wateya xistina nava qefesê de ye. Ji ber ku ev keça di vî temenî de wateya jiyanê fêr nebûye. Nikare berpirsyartiyê ji rake. Ev yek jî bê îradebûnê çêdike.”

 

 

Aras da zanîn ku ji bo dewlet bigihe armancên xwe jinê bi kar tîne û got; "Em bang li jinan dikin ku li hemberî firewnan yekîtiya xwe çêbikin û hêza xwe bikin yek. Vê projeyê pûç bikin."

 

Endama Partiya Azad a Jinên Kurdistanê (PAJK) Rozerîn Guzereş diyar kir ku divê dayik li hemberî vê qanûnê derkeve û wiha axivî; "Bicihkirina qanûnekî wiha karekî hovane ye. Lewra li vir erk dikeve li ser milê dayikê, divê li hember van kiryaran bêdeng nebe. Li pêşiyê bibe asteng. Ji ber ku di rastiyê ev yek kuştina zaroke."

 

 

Rozerîn Guzereş bang li hemû rêxistin û jinan kir ku li hemberî pêşniyarqanûna ku rê dide zarokên 9 salî werin zewicandin bêdeng nemînin û got divê bi yek helwestê li dijî rawestin.

 

(sk/ab)