HEWKAR STAR / ROJNEWS

Li devera navçeya Hewîce ya Kerkûkê, Riyzaz, Reşad, Zerge û zincîre Çiyayê Hemrînê  artêşa Iraqê û Heşdî Şebî operasyoneke hevpar a bi alîkariya helîkopteran dan destpê kirin.  

 

Çavkaniyek leşkerî ku nexwest navê xwe eşkere bike, diyar kir ku operasyonek berfireh li sînorê navçeya Hewîce ya Kerkûkê, Riyzaz, Reşad, Zerge û zincîre Çiyayê Hemrîn destpê kiriye û got ku armanca operasyonê cihên komên çeteyên DAIŞ'ê yên hatine eşkere kirine.

 

Heman çavkaniyê diyar kir ku piştî cihên çeteyê DAIŞ'ê hatine keşif kirin, operasyonê ji navçeya Hewîce ber bi herêma Zerge û zincîre Çiyayê Hemrînê destpê kiriye û got ku helîkopteran ev sînorane bombebaran dike.

 

Heman çavkaniyê destnîşan kir ku heya niha çiqas zirer gihîştiye çeteyan nayê zanîn.

 

 

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here