Bîlançoya bûyerên trafikê li Hewlêrê eşkere bû

36

 

QEREÇÛX  ENWER / HEWLÊR

Berdevkê Rêveberiya Trafîka Hewlêrê Fazil Hacî Hisên îro li Hewlêrê bîlançoya bûyerên trafîkê yên di sala 2017'an de li Hewlêrê pêk hatine eşkere kir.

 

Berdevkê Rêveberiya Trafîka Hewlêrê Fazil Hacî Hisên destnîşan kir ku di sala 2017'an de hezar û 354 bûyerên trafîkê rû dane û li gorî sala 2016'an, di sala 2017'an de bûyerên trafîkê zêde bûne. Hisên got ku di sala 2016'an de hezar 263 bûyerên trafîkê çêbibûn.

 

Hisên da zanîn ku di sala 2017'an de 219 kesan li Hewlêrê ji ber bûyerên trafîkê jiyana xwe ji dest dane û hezar 437 kes jî birîndar bûne. Di sala 2016'an de 215 kesan jiyana xwe ji dest dabûn û hezar û 191 kes jî birîndar bibûn.

 

Berdevkê Rêveberiya Trafîka Hewlêrê Fazil Hacî Hisên ev agahî dan; "Heya niha bi giştî 505 hezar ehliyet hatine dayîn, ji vane 50 hezar jinin."

 

Berdevkê Rêveberiya Trafîka Hewlêrê Fazîl Hacî Hisên herî dawî diyar kir ku di sala 2017'an de bi rêya deriyên sînor ên Hacî Omeran û Îbrahîm Xerîl 61 hezar 700 wesayît derbasî Herêma Kurdistanê bûne, bi mebesta îthalatkariyê.