Bîlançoya kar û xebatên balafirgeha Silêmaniyê eşkere bû

49

 

DANA OMER / SILÊMANÎ

Rêveberê Balafirgeha Navneteweyî ya Silêmaniyê Tahîr Ebdullah têkildarî dahat û kar û xebatên balafirgehê yên sala 2017'an civîna çapemeniyê lidarxist.

 

Tahîr Ebdullah wiha got; "Ji dema balafirgeh hatiye çêkirin heya niha mesrefa wî ji dahata wê zêdetir bûye û di 9 mehên destpêkê ya sala 2017'an de dahata balafirgehê ji xercên wê zêdetir bû. Lê ji ber ku balafirgeh hate rawestandin, ev dahat jî ji dest çû."

 

Tahîr Ebdullah eşkere kir ku ji serê sala 2017 û heya meha Îlonê ya heman salê dahata rojane ya balafirgehê 37 hezar dolar bû û got; "Ev yek jî salane nêzî 13 milyon dolar dike. Lê me 16 milyon dolar ji bo mûçeyên karmendan, çêkirina beşan û vekirina beşên nû xerc kiriye.  225 hezar û 626 geştyar bi rêya balafirgehê serdana Herêma Kurdistanê kirine. Her wiha ji herêma Kurdistanê jî 250 hezar û 535 kes ji derketine derve.”

 

Rêveberê Balafirgeha Silêmaniyê Tahîr Ebdullah herî dawî ev agahî dan; "3 hezar û 774 balafir hatine Balafirgeha Silêmaniyê û 3 hezar û 777 balafir jî ji Balafirgeha Silêmaniyê firîne. Ji meha 10 ve ji ber geştên navneteweyî rawesta ye, gumrik jî rawestaye û qet dahat nebû. Lê 36 hezar û 500 ton tiştên cur be cur di 9 mehên sala 2017'an de hatine balafirgehê û gumrika wan jî hatiye girtin. Ev du mehin çavdêrin darayî li balafirgehê hene, ji bo dahata Balafirgeha Silêmaniyê bişopînin."