ROJNEWS / PÎRANŞAR

Duh li ser malpera fermî ya Hizba Demokrata Kurdistanê ya Îranê (HDK) hatibû gotin ku pêşmergeyên wan li devera Pîranşarê ya Rojhilatê Kurdistanê çalakiyek li dijî artêşa Îranê pêkanîne. Li gorî çavkaniyeke me ya taybet a ji herêmê ragihandiye ev çalakî ne ji aliyê HDK’ê ve ji aliyê însiyatîfeke sivîl ve li dijî liv û tevgera Îtlaata Îranê ku li devera gundê Zêwe ya ser bi Pîranşarê hebûye pêk hatiye.

 

Me xwe gihand çavkaniyeke taybet li herêma ku bûyer lê qewimiye û çavkaniyê van agahiyan da me: “Duh dewriyeyeke îtlaata Îranê li derdora gundê Zêwe geriya. Însiyatîfeke sivîl li dijî vê dewriyeya îtlaatê çalakiyek pêk anî û di encamê de 3 endamên îtlaatê hatin kuştin.”

 

Heman çavkaniyê diyar kir ku ti pêwendiyeke HDK bi vê çalakiyê re nîne û ev çalakî bi bandora bûyer û xwepêşandanên vê dawiyê yên gelên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê li dijî rejîma Îranê pêk hatiye û weke bersiveke ji êrîşên rejîma Îranê re ye.

 

Duh fermandariya Supay Pasdaran jî ragihandibû ku roja çarşemê di encama pevçûneke di navbera hêzên Îranê û çekdarên dijî şoreşê da sê eskerên ‘winda’ hatine kuştin.

 

Li Îranê wateya eskerên winda endamê Wezareta Îtlaatêye.

 

  

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here