Ebadî û Bafil Talebanî civiyan

43

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Li gorî daxuyaniyek nivîskî ya ofîsa ragihandina Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî, îro saetên êvarê Ebadî pêşwazî li Bafil Talebanî kurê Celal Talebanî kiriye.

 

Di daxuyaniya nivîskî ya ofîsa ragihandina Ebadî de wiha hate ragihandin; “Di civînê de Heyder Ebadî û Bafil Talebanî qala rewşa siyasî, ewlehî, parastina yekparçeyiya xaka Iraqê, dayîna mûçeyê karmendên Herêma Kurdistanê û çareserkirina pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexda de kirine.

 

Heyder Ebadî jî qala giringiya ewlehî, selametiya welatiyan, yekparçetiya xaka Iraqê  û serkeftinên bi qurbanîdana zarokên gelê Iraqê bidest ketine, kir. Tişta hikûmeta Navendî kiriye di berjewendiyê welatiyên Herêma Kurdistanê de ye.

 

Her wiha Ebadî diyar kir ku piştî lîsteya mûçeyê karmendên Herêma Kurdistanê hat zelalkirin, wê mûçeyê karmendên herêmê jî bê dayîn.”

 

(sk)