Gelên Îranê û Rojhilat şevêdin jî kolan bernedan

34

 

Xwepêşandanên gelên Îranê yên li dijî rejîma desthilatdar ku bi armanca  demokratîkbûyîn û jiyana wekhev tên lidarxistin, berdewam dikin. Tevî astengî û êrîşên hikûmetê jî gel di daxwazên xwe de bi israr e.

 

Hikûmeta Îranê duh hêzên girêdayî xwe bi navê welatiyan daxistin qadan û li dijî xwepêşandanên gel  xwepêşandan kirin, lê gelên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê biryardariya xwe nîşan da û şevên din jî li kolanan bûn. Gel xwepêşandanên herî berfireh li dijî hikûmeta Îranê lidar xistin.

 

Li gorî dîmenên ji aliyê kanala 'Dengê Xelk' ve hatine weşandin, şevê din li bajarê Tehran, Melayir, Amol, Xurem Abad, Mahşehîr, Îze, Xumeynî, Şehîd, Abadan, Mescid, Silêman, Tebrîz, Şîraz û Hemedan ên Îranê, bajarên  Kirmaşan, Sine, Îlam û Merîwan ên Rojhilatê Kurdistanê xwepêşandan pêk hatin.

 

Di dîmenên hatine weşandin de, tê xuyakirin ku xwepêşander wêneyên Elî Xumeynî diqetînin û tavêjin li ser cadeyê. Heya niha wêneyên Xumeynî û Xamneyî weke xeta sor a sîstema Komara Îslamî ya Îranê bû, lê niha hemû şevan wêneyên wan ji aliyê xwepêşandan ve tên qetandin.

Di xwepêşandanên şevê din de navendên Besîc şewitandin û li hemberî hêzên polîsan û Besîciyan li berxwedan heya ku hêzên polîs û Besîciyan paşve vekişiyan.

 

Her wiha duh li bajarê Pîranşar a parêzgeha Sine, pêşmergeyên Hizba Demokrata Kurdistanê-Îran (HDKÎ) li dijî hêzên Îranê çalakiyek lidarxistin. Li gorî daxuyaniya Supay Pardaran di encama çalakiyê de 3 'leşkerên win' hatine kuştin. Hizba Demokrata Kurdistanê-Îran (HDKÎ) ji ragihand ku piştî çalakiyê cenazeyên 6 leşkerên Îranê ji bo nexweşxaneya Pîranşarê hatine veguhestin.

 

Kenala Dengê Xelk, di dîmenekê ku yên xwepêşandanên duh êvarî ye ku teqîna narincokekê bi welatiyên Merîwanê ya parêzgeha Sine nîşan dide, diyar kiriye ku di encama narincoka ji aliyê hêzên hikûmetê ve hatiye avêtin 2 xwepêşandanderên merîvanî jiyana xwe ji dest dane.

 

Xwepêşanderan eşkere kirin ku wê îro ango îşev navendên hikûmetê û leşkeî bikin hedefa xwe de.

 

Duh Fermandarê Supay Pardaran Mihemed Elî Cehferî diyar kir ku hemû nerazîbûn bêdeng kirine, lê piştî çend saetan a vê daxuyaniyê xwepêşandanên dijwartir pêk hatin.