Hikûmeta Herêma Kurdistanê bersiv da Ebadî

45

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî di 2'yê çileya 2018'an de di civînek çapemeniyê de diyar kiribû ku dahatuya petrolê ya Herêma Kurdistanê têrî muçeyên karmend û pêdiviyên dike û careke din gotibû ku ew muçeyan nadin. Ebadî gotibû ku Herêma Kurdistanê di mehên 10,11 û 12'an ên sala 2017'an de ji berhemên petrolê 2 tirilyon û 544 milyar dînar qezenç bidest xistiye û ev jî, ji sedî 80 zêdetirî mûçeyên karmendên herêmê ye, lewma Herêma Kurdistanê bi rehetî dikare muçeyên karmendan bide. 

 

Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî şevê din bi daxuyaniyek nivîskî bersiv da Ebadî û diyar kir ku rêjeya hatiye dayîn nerast e.

 

Di daxuyaniya ku bi navê Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî hat dayîn de hat diyarkirin di demeke ku hewldanên erênî yên ji bo destpêkirina diyaloga di navbera Bexda û Hewlêrê de tên kirin de, daxuyaniya Ebadî xizmeta çareseriyê nake.

 

Di berdewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin Hirûme Herêma Kurdistanê ji bo danustendinan helwesta erênî nîşan dide, lê daxuyaniyên çapemeniyê ku Ebadî cara duyem dide tu encaman nadin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku Ebadî zanyariyên nerast dane û bi 11 xalan bersiv  hat dayîn.  

 

Têkildarî dahatuya petrolê ya Herêma Kurdistanê xalên ku hatine rêzkirin wiha ne:  

 

“1 — Piştî ku di destpêka 2014'an de hikûmeta Iraqê bûdceya Herêma Kurdistanê qut kir, Hikûmeta Herêma Kurdistanê dest bi hinartina petrolê kir û ji wê demê ve dahata petrola Herêma Kurdistanê ji bo dayîna mûçeyan tê xerckirin.

 

2 — Di salên 2014 û 2015'an de li Herêma Kurdistanê bi dahata petrolê û ya navxwe mûçe bêyî paşeketinê hatine dayîn. Di salên 2016 û 2017'an de jî piştî cîbicîkirina ji neçarî ya sîstema paşekewtê, 12 trîliyon 77 milyar û 764 milyon dînar ji bo mûçeyan hatiye xerckirin.

 

3 — Birêz Ebadî dibêje, Meha 10'an a 2017'an Herêma Kurdistanê rojane 450 hezar bermîlên petrolê hinarde kiriye. Ji bo hemû aliyan aşkere ye ku piştî bûyerên 16.10.2017 herdu blokên Avana û Bay Hesen ku rojane bi giştî 250 hezar bermîl petrola wan hebû, ketin bin destê hikûmeta Iraqê û Kompaniya Petrola Bakur ji hingê ve hinardekirina ji wan herdu blokan rawestandiye, ji wê dîrokê ve jî êdî dahata Herêma Kurdistanê nîvî bûye.

 

4 — Piştî dîroka 16-10-2017 û heta dawiya sala 2017'an rojane hemû hinardeya petrola Herêma Kurdistanê 265 hezar û 970 bermîl bûye ku bi nirxê Petrola Brentê nehatiye firotin û weke ku Birêz Ebadî îdîa dike dahata wê nagihîje 2 trîliyon dînarî.

 

5 — Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê, ji sala 2014'an heta dawiya sala 2016'an rapora mehane ya berhemanîn, firotin û dahata petrolê pêşkêş kiriye. Ji destpêka sala 2017'an ve jî kompaniya cîganî ya Dilliot hûrbîniya tevahiya konaxan dike û di demek nêzîk de jî wê rapora xwe ya 6 mehên yekem ên salê pêşkêş bike. Ew hejmarên ku Wezareta Petrola Iraqê belav dike û birêz Serokwezîr amaje bi wan dike, nehatine hûrbînîkirin û cihê gumanê ne. ji ber ku ji sala 2016'an û paş ve endambûna Iraqê di Rêxistina Şefafiyeta Navdewletî (EIT) de ji ber cîbicînekirina pîwanên şefafiyeta petrolêhatine rawestandin.

 

 6 — Mûçeyên mehekê yên karmendên Herêma Kurdistanê zêdetirî 850 milyar dînar e. Bi paşekewtê jî her mehê dibe nêzîkî 600 milyar dînar, lê belê birêz Ebadî dibêje tenê 300 milyar dînar e. Herwiha dahata mehane ya petrola Herêma Kurdistanê ji bo 3 mehên dawî yên 2017'an bi buhayê 544 milyar dînarê Iraqê ye ku nirxê petrola Brentê ye. Di demeke ku petrola Herêma Kuristanê li gor nirxê Brentê nayê firotin de em nizanin ka çavkaniya wan zanyariyên nerast ên Ebadî çî ye û çawa dikare piştrast bike.

 

7 — Daneberhev û bi awayekî wekhev lêkirina xerciyên petrolê li herêmê û Iraqê nerast û nerewa ye ku birêz Ebadî bi 11 hezar dînarê Iraqî daniye. Birêz Ebadî bi xwe baş dizane ku girêbestên Herêma Kurdistanê girêbestên beşdarîkirina di berhemanînê de ne, ne girêbestên xizmetguzarî weke yên Iraqê ku temenê blokên wê digihîje bi dehan salan. Ji bilî wê tenê di projebûdceya sala 2018'an a Iraqê de bi qasî 28 trîliyon û 770 milyar dînar ji bo xerciyên Wezareta Petrola federalî û kopmaniyên petrolê ya Iraqê hatiye veqetandin. Lê belê tiştek ji kompaniyên petrolê yên li Herêma Kurdistanê re nehatiye veqetandin. Her wiha hatiye pabendkirin ku rojane 250 hezar bermîlên petrolê hinarde bike.

 

 8 — Di bûdceya 2018'an a Iraqê de 334 milyar dînar ji mûçeyên Herêma Kurdistanê re hatiye danîn ku tevî paşekewtê jî digihîje nîvê mûçeyên mûçewergirên Herêma Kurdistanê. Ew rêje di bûdceya Iraqa federaê de ji bo sala 2017'an 497 milyar dînar bû, lê belê sedema wê kêmkirinê diyar nîn e, di demekê de hejmara fermanberan heye û ti guhertin di mûçe û dermaleyên wan de çê nebûye.

 

9 — Li gel qutkirina bûdceya Herêmê, ji destpêka sala 2014'an ve Wezareta Petrolê ya Iraqê jî şandina berhema neftê ji bo Herêma Kurdistanê rawestandiye. Lê mafê destûrî yê Herêma Kurdistanê ye ku li gorî hejmara rûniştvanan, ji parzûnkirina petrola li Iraqê sûdê bigire û pêwîstî bi 300 milyon lîtreyên sotemeniyê heye. Lê hikûmeta federal tenê 30 milyon lître şandiye, ev yek zêdebarî wê yekê ku heta niha cotkarên Herêma Kurdistanê heqên xwe yên darayî yên ji sala 2014'an heta 2017'an wernegirtine. Ev jî dike 733 milyar dînarê Iraqê.

 

10 — Pêdivî bi şandina derman heye, lê ji sala 2015'an û heta niha tu deman Herêma Kurdistanê ji sedî 100 pişka xwe ji bûdceya Iraqê wernegirtiye. Ya ku wergirtiye bi giştî ji sedî 60'î zêdetir nîn e.

 

11 —  Li gorî destûrê mûçeyên hinek rêveberiyên diyarkirî yên weke bendavan, regezname û nişîngeh ên li Herêma Kurdistanê ku her fermangeh bi xwe yên hikûmetê ne, aydê hikûmeta Iraqê ne. Eger em rêveberiya bendavan jî weke mînak bidin nîşandan, hejmara fermanberên wan bi tenê 429 hezar kes e û mûçeyên wan ên mehane dibin 389 milyon dînar.”