Komek Heşdî Eşayir ket kemîna DAIŞ’ê

58

 

KERKÛK / ROJNEWS

Li gorî çavkaniyên hêzên ewlehiyê, şevê din li herêma gundê Meme û Elexeyr ên bajarokê Dubiz a Kerkûkê şer û pevçûn di navbera çeteyên DAIŞ'ê û hêzên Heşdî Eşayirî yên ser bi Heşdî Şebî de rû da.

 

Li gorî agahiyên çavkaniyekî leşkerî ku nexwest navê xwe eşkere bike, di dema operasyona li gundê Mame ya li nêzê gundê Elaxeyr hêzên Heşdî Eşayirî ketine kemîna çeteyên DAIŞ'ê û demekê şer di navbera wan de qewimiye.

 

Heman çavkaniyê, eşkere kir ku ziyana çêbûye nayê zanîn, lê nêzî nîv saetê bi awayekî dijwar şer di navbera wan de rû da ye.