Li Dihokê 13 jin hatin qetil kirin 78 jî rû be rûyê şîdetê hatin

37

 

 

DIHOK / ROJNEWS

Berdevkê Rêberiya Polîsên Dihokê  Hêmin Silêman bûyerên kuştin, şîdet û binçavkirinên di sala 2017'an de li Dihokê pêk hatine eşkere kir.

 

Berdevkê Rêberiya Polîsên Dihokê  Hêmin Silêman eşker kir ku di sala 2017'an de li Dihokê 120 kes ji ber sedemên cuda hatine binçavkirin û 3 zilam jî hatine kuştin.

 

Silêman diyar kir ku 2017’an li dijî jinan 91 bûyerên şîdetê pêk hatine, ji vane 13 jin hatine qetilkirin û 78 jin jî rû be rû rûyê şîdeta fizîkî hatine.

 

Berdevkê Rêberiya Polîsên Dihokê  Hêmin Silêman ragihand ku par 500 bûyerên diziyê hatine tomarkirin û ji vane 16 jî diziya wesayîtan bûye.

 

Hêjayî gotinêye ku rêjeya şîdeta li dijî jinê ya 9 mehên destpêkê ya sala 2017’an ku ji aliyê Rêxistina Têkoşîna li Dijî Şîdeta li ser jinê tomar kiribûn de hatibû gotin di şîdeta dijî jinê de Dihok di rêza duyemîn de ye. Ancax bûyerên ku ji aliyê polîsan ve hatiye tomarkirin li gorî vê rêjeya ku rêxistina jinan daye, kêmtire.