Li Rojava gundê bi keda jinan tê avakirin: Gundê Jinwar

25

 

 

SEMÎRA ŞEHABÎ / SILÊMANÎ

 

Gundê Jînê Jinwar ku girêdayî bajarê Dirbêsiyê ya herêma Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê ye, bi keda jinan tê avakirin û bala hemû jinan dikişîne û ji bo hemû jinên cîhanê bûye çavkaniya meraqê. Gundê Jinwar ji bo her jineke ku li pirsa  çawa bijîm digere wê bibe bersiv. Ji ber ku gundê Jinwar mînaka yekeme li cîhanê bala hemû kesî dikişîne û heta niha gelek kes ji deverên cuda cuda hatine û ev gund ziyaret kirine.

 

 

Avakirina gund di 10'ê Gulana sala 2017'an de destpê kiriye, heya niha 21 xanî ji aliyê jinan ve hatine çêkirin. Biryare ku li gund 30 xanî werin avakirin. Xanî ji kelpîçên axê tê çêkirin. Wê xanî li gorî çanda kevin a gundan û jiyana xwazyî were avakirin.

 

Kesên ku ji bo serdan serdana gund dikin, matmayî dimînin ku ka jin bi destê xwe çawa kelpîçan çêdikin û piştî hişt dibin, bi axaftinên xweş didanîn li ser hev û piştre jî dibin nava xanî de. Di dema kar de jin hêzê digirin.

 

Di dema kar de hinek jin karê çêkirina xanî dikin û hinek jin jî bi çêkirina xwarinê ve mijolin. Beşek jî bi çandinê ve mijolin û berhemên xwe diçînin. Bi vî awayî jiyana xwe ji heskirin, ked û îdareyê tejî dikin.

 

 

Gundê Jînê Jinwar hê temam nebûye, li gund karkirin didome. Di karên pêwîste  mêrên şaraza alîkariya jinan dikin. Di bernameya wan de heye ku heya dibistan û nexweşxaneyê ava bikin, wê piştre lê bi cih bibin.

 

Çawa ku Jinwar ji aliyê jinan ve tê çêkirin, tenê jin û zarok wê bikarin tê de bi cih bibin. Bi taybet ew jinên ku bûne qurbaniyên şer û aloziyan, jinên hevser û xizmên xwe ji dest dane, yan jî ew jinên ne zewicîne û ji xizmên xwe veqetane wê têde bi cih bibin.

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

(rn)