HEWRÊ KIRÊKAR / KELAR

Li gorî agahiyên Rêveberê bajarokê Zinane ya Germiyan Dilêr Ebdullah dane, îro danê sibehê li herêma navçeya Xurmatû ya parêzgeha Selahedînê çend şofêrên barhilgir û welatî hatine revandin.

 

Rêveberê bajarokê Zinane ya Germiyan Dilêr Ebdullah eşkere kir ku li navbera nuqteyên hêzên pêşmerge û Heşdî Şebî, li çaryama gundê Xidir Welî, bajarokê Zinane, bajarokê Qadir Kerem û navçeya Xurmatû hatine revandin.

 

Her wiha Rêveberê Asayîşa Xurmatû Kemal Ebdullah jî eşkere  kir ku heya niha nayê zanîn revandine kûderê û got ku weke asayîş ji bo dîtina wan di nava hewldanê de ne û ti tişt eşkere nîne.

 

Li gorî agahiyên bi dest ketine, hejmara kesên hatine revandin 6 kesin û xelkê navçeya Kelar û bajarokê Rizgarî yê Germiyanin. Rojane ji bo kar vê rêyê bi kar tînin.

 

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here