‘Nêzîkbûna PDK-Malîkî û YNK-Ebadî malwêranî ye’

57

 

 

 

Li hemberî van rexne û daxwazan helwesta PDK û YNK jî gelekî tê meraqkirin. Tê gotin ku herdu partî jî van rexneyan li ber çavan nagirin, PDK xwe nêzî Nurî Malîkî, YNK jî xwe nêzî Serokwezîrê niha yê Iraqê Heyder Ebadî dike. Helwesta herdu partiyan jî tê rexnekirin. 

Mamostayê Beşa Zimanê Kurdî ya Zanîngeha Helebce Ehmed Mîre nêzîkbûna herdu partiyan ji ajansa me re nirxand Ehmed Mîre got; "Di nava 26 salên borî de, ji ber hikûmeta PDK'ê û YNK'ê nexşeya siyasî li Başûrê Kurdistanê li ser herêmî û navdewletî parve bûye. Weke mînak, di dema şerê navxweyî de, bi eşkere her yek ji PDK'ê û YNK'ê li ser Îran û Tirkiyeyê bûn. Van herdu welatan bi rêya YNK û PDK'ê herêm li xwe parve kiriye."