Pêşangeha pirtûkên Ocalan li Ranye hate vekirin

38

 

 

ELÎ QADIR/ RANYE

 

Îro li navçeya Ranye ya girêdayî herêma Raperîn a Silêmaniyê Rêxistina Jinên Ciwan ên Têkoşer û Komeleya Gencanî Welatparêzên Kurdistanê li nav Baxê Giştî yê Ranye pêşangeha pirtûkên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan vekir.

 

Der barê vekirina pêşangehê de endama Rêxistina Jinên Ciwan ên Têkoşer Sinor Mewlan ji ajansa me re wiha axivî; “Jİ bo hîn zêdetir fikir û felsefeya Ocalan bi civakê bidin naskirin ku rêya çareseriya pirsgirêkên Başûre, me di çarçoveya pêngava ‘Serî Hilde’ de pêşangeha pirtûkên Ocalan vekir.”

 

 

Sinor Mewlan wiha jî got; “Ez ji ciwanan û bi taybetî ji jinan daxwaz dikim pirtûkên Birêz Ocalan bixwînin. Ji bo bikarin pirsgirêkên xwe û civakê çareser bikin.”

 

Di dawiyê de jî Sinor Mewlan got; “Felsefeya Birêz Ocalan dikare pirsgirêkên Rojhilata Navîn û tevahî mirovahiyê çareser bike. Ji ber wê jî ez dixwazim hemû kesek vê fikir û felsefeyê nas bike.”

 

 

(sk)