ROZE MIHEMED / SILÊMANÎ

 

Berdevkê Rêveberiya Polîsên Silêmaniyê Serkewt Ehmed li Baregeha Rêveberiya Polîsan têkildarî bîlançoya sala 2017'an civîna çapemeniyê lidar xist.

 

Berdevkê Rêveberiya Polîsên Silêmaniyê Serkewt Ehmed eşkere kir ku ji 6 hezar û 727 biryarên binçavkirinê 4 hezar 304 fermanên binçavkirina pêk hatine û hatine binçavkirin.

 

Serkewt Ehmed diyar kir ku 23 rewşên kuştina bi qestî hebûn û ji wane 16 gihiştine encamê. Ehmed da zanîn ku 29 rewşên xwekuştinê hene û sedemê 8'an eşkere bûn.

 

Ehmed destnîşan kir ku di sala 2017'an de 27 hewildanên revandinê hebûn û piraniya wan hatine eşkere kirin, her wiha hezar û 284 gef  hebûn û hezar û 217 hatine eşkere kirin û ev agahî dan; "Di sala 2017'an de 611 rewşên xirab bikaranîna telefonê hebû. 535 rewş hatine eşkere kirin. 321 dizî hebûn. 202 hatine eşkere kirin. Ji ber vê rê 785 sûcdar hatine binçavkirin."

 

Berdevkê Rêveberiya Polîsên Silêmaniyê Serkewt Ehmed eşker kir ku di sala 2017'an de li gorî sala 2016'an de rêjeya rewşên hîlekirinê zêde bûye û got ku 911 rewş çêbûne û 826 hatine eşkere kirin.

 

(rn)

 

 

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here