RJAK sibe kongreya xwe ya 4. lidardixe

57

 

ROJNEWS / SILÊMANÎ

 

Rêkxirawî Jinanî Azadî Kurdistan (RJAK) wê sibe saet 08:00’ê sibehê 5’ê Kanûnê li bajarê Silêmanî li otela Perêj ya Serçinarê bi beşdariya piraniya endamên wan yên ji hemû herêmên Başûrê Kurdistanê kongreya 4. lidarbixe. Wê kongre rojek bi ajo.

 

Hate diyar kirin ku RJAK’ê di salvegera qetilkirina sê jinên pêşeng yên Bakurê Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk ve Sêvê, Pakîze û Fatma de kongreyê lidardixin, vê kongreyê jî diyarî her sê jinên pêşeng û berxwedêr yên Bakurê Kurdistanê dikin.

 

Wê di kongreya RJAK de xebat û çalakiyên rêxistinê yên 2 salên derbasbûyî, pirsgirêkên jinên Başûr dijîn û çareseriya wê binirxîne û plansaziyeke nû ji bo xebatên xwe derbixe. Her wiha li gorî rêziknameya RJAK’ê ku 2 salan carekî kongreya xwe lidardixin divê di kongreyê de rêveberiya xwe ya nû jî hilbijêrin.

 

RJAK bi awayeke fermî di sala 2002’an de hatiye avakirin lê, ji sala 1997’an ve xebatên xwe li seranserê bajar û herêmên Başûrê Kurdistanê birêve dibe. Rêxistineke bi pirsgirêkên jinan û civakê re mijûl dibe û çareseriyan pêşdixe. Rêxistineke jinan a bi temamî xwesere û bi rêya jinan tê birêve birin û serbixweye. Perspektîf û felsefeya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ya di derbarê jinê de esas digirin û xwe li ser vê hîmê mezin dike.