NAVENDA NÛÇEYAN

 

Şanda hevbeş a hersê partiyên Tevgera Goran, Komeleya Îslamî û Hevpeymana ji bo Demokrasî û Dadperweriyê piştî li gel Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî rûnişt, piştre her li Bexda li gel Serokkomarê Iraqê Fûad Mehsûm civiya.

 

Li gor daxuyaniya nivîskî ya der barê naveroka civîna şanda hersê partiyan li gel Heyder Ebadî hatî belavkirin, wiha ye: “Qala parastina destkeftiyên gelê Herêma Kurdistanê û çarçoveya siyasî ya herêmê hatin kirin. Her wiha ji bo çareseriya hemû pirsgirêkan rêya herî guncav guftûgoya li ser bingehê destûra Iraqê hate dîtin.

 

Mijara bûcde û para xelkê Herêma Kurdistanê, maf û pêwîstiyên hêzên pêşmergeyan hatin nîqaşkirin. Her wiha şandê ji Ebadî daxwaz kir ku sînorek ji bo rewşa xerab a welatiyên herêmê dane û peywendiyên nû yên siyasî bide destpêkirin. Divê ji bo çareseriya pirsgirêkên Kerkûk û Xurmatû jî lez bê kirin. Carek din panaber vegerin ser cihên xwe. Pirsgirêka hewldanên guhertina demografîka navçeyên bi nakok bê çareserkirin. Her wiha me ji Ebadî daxwaz kir ku ji bo pêkhatina hilbijartinek pak û bê hîle li Iraq û Herêma Kurdistanê hewldanên pêwîst bidin destpêkirin.”

 

Di daxuyaniyê de têkildarî bersiva Ebadî ji bo şanda hevbeş wiha hate gotin; “Heyder Ebadî soza dayîna mûçeyê karmendên herêmê piştî temambûna lêkolînê û dayîna pereyê genimê cotyaran da. Her wiha piştgiriya xwe ya ji bo rêveberina hevbeş a ji bo herêmên bi nakok diyar kir.”

 

(sk)

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here