HAWRÊ KIRÊKAR/ XURMATÛ

 

Îro şandek a çîn û pêkhateyên cûda yên navçeya Xurmatû ya girêdayî parêzgeha Selahaddîn, bi armanca ku cardin penaberên Xurmatû vegerin ser malên xwe û hêzek niştîmanî parastina Xurmatû bike, serdana rayedarên Şîe li Bexda û Kerbela kirin.

 

Yek ji kesên dinava şandê de rojnameger Mihemed Fayîq li ser naveroka serdanê wiha ji ajansa me re got; “Şandek a çîn û pêkhateyên Xurmatû ku ji 7 kesan pêk dihat sedana paytextê Iraqê Bexda û bajarê Kerbela kir. Em li gel Berpirsê Eniya Niştîmanî Amar Hekîm û Serokê Gruba Esaîb Ehl Elheq Qeysî Xezelî, Seroka Koma Kesk li Parlamentoya Iraqê Ala Talebanî û nûnerê Elî Sîstanî Mezin Mercê Şîeyên Iraqê Şêx Mehdî Kerbelayî kom bûn.”

 

Mihemed Fayîq wiha dewam kir; “Di hevdîtina xwe ya li gel van rayedaran de, du daxwazên me yên serekî hebûn. Yekem; avakirina hêzek niştîmanî girêdayî hikûmeta Navendî, ev hêze çi polîsên derve yan xwecihî bin, erkê wan ê serekî parastina navçeya Xurmatû be. Me ti hêzek din nevê. Ne Heşdî Şebî û ne pêşmerge. Her wiha daxwaza duyem jî xebatên lezgîn bên kirin ku penaberên Xurmatû cardin vegerin ser malên xwe.”

 

 

Mihemed Fayîq got; “Amar Hekîm û Qeyîs Xezelî diyar kirin ku ewê demek nêz de li ser herdû daxwazên me kar bikin. Wê li gel Parlamentoya Iraqê û Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî baxivin. Qeyîs Xezelî got ku wê lijneyek ji bo aramiyê çêbike ku serdana Xurmatû bike û nûnerên me jî biçin Bexda li gel rayedarên hikûmeta Navendî bicivin û lihevkirinekê çêdikin.”

 

Di dawiyê de Mihemed Fayîd diyar kir ku biryare sibe şanda wan li gel Serokê Rêxistina Bedr Hadî Amrî û Cigirê Serokkomarê Iraqê Nûrî Malikî bicivin.

 

(sk)

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here