Şandeya 3 partiyan bi Ebadî re civiya

32

SILÊMANÎ / ROJNEWS

 

Şandeyek hevbeş a Tevgera Goran, Komeleya Îslamî û Hevpeymana ji bo Demokrasî û Dadperweriyê ya bi armanca ku têkildarî mûçe û vekirina balefirgehan û sînoran hevdîtinan pêk bîne ku duh êvarê ji Balefirgeha Silêmaniyê çû Bexdayê di van kêliyan de bi Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî re di hevdîtinê de ne.  

 

Berdevkê Eniya Hevpeymana ji bo Demokrasî û Dadperweriyê Rêbiwar Kerîm têkildarî armanca serdana şandeyê ji berî niha ev agahî dabûn ajansa me: "Şandeya  hevbeş bi navê 'Şandeya siyasî ya ji bo gihandina daxwazên gel'  diçe. Projeyek nivîskî ya ji 4 xalan pêk tê li gel meye, emê li gel Serokwezîr Heyder Ebadî û Serokomar Dr. Fûad Mehsûm bicivin û vê projeyê pêşkêşî wan bikin.

 

Di projeyê de me behha mûçe û jiyana welatiyan kiriye. Nabe jiyana welatiyan bibe qurbanê pêşbaziya siyasî ya di navbera du hikûmetan de. Dîsan me behsa vekirina balafirgehan û sînoran kiriye. Her wiha me behsa destpêkirina guftûgo û danûstandinan kiriye. Bicihanîna Destûra Iraqê yek ji xalên din ên projeya me ye."