Şandeya 3 partiyên Başûr li Bexda ye 

29

 

 

 

Berdevkê Eniya Hevpeymana ji bo Demokrasî û Dadperweriyê Rêbwar Kerîm têkildarî armanca serdana şandeyê ev agahî dan ajansa me: "Şandeya  hevbeş bi navê 'Şandeya siyasî ya ji bo gihandina daxwazên Xelkê'  diçe. Projeyek nivîskî ya ji 4 xalan pêk tê li gel me ye, em ê li gel Serokwezîr Heyder Ebadî û Serokomar Dr. Fûad Mehsûm bicivîn û vê projeyê pêşkêşî wan bikin.

Di projeyê de me besha mûçe û jiyana welatiyan kiriye. Nabe jiyana welatiyan bibe qurbanê pêşbaziya siyasî ya di navbera du hikûmetan de. Dîsan me behsa vekirina balafirgehan û sînor kiriye. Her wiha me behsa destpêkirina guftûgo û danûstandina kiriye. Bicihanîna Destûra Îranê yek ji xalên din ên projeya me ye."

 

Berdevkê Eniya Hevpeymana ji bo Demokrasî û Dadperweriyê Rêbwar Kerîm eşkere kir û wê îro ji berî nîvro şande li gel Heyder Ebadî bicive.