QEREÇOX ENWER/ HEWLÊR

 

Îro saetên êvarê nûnerên rêxistinên Hewlêrê yê Tevgera Nifşê Nû Îbrahîm Ebas û nûnerê rêxistinên Behdînan ê Tevgera Nifşê Nû Şêrwan Şêrwanî der barê xebatên Tevgera Nifşê Nû ji bo lidar xistina kongreyê de, li Hewlêr daxuyaniya çapemeniyê dan.

 

Di daxuyaniya çapemeniyê de nûnerê rêxistinên Hewlêrê yê Tevgera Nifşê Nû Îbrahîm Ebas wiha got; “Em ji bo wê tevlî vê tevgerê bûne ku kar bikin ji bo nehiştina desthilatiya PDK, YNK û desthilata binemalbatî ya Herêma Kurdistanê. Belê em dibînin ku Şasiwar Ebdulwehîd tenê dijbertiya Tevgera Goran, Komeleya Îslamî û Tevgera Azadî dike.”

 

Îbrahîm Ebas got; “Di dema xwepêşandan û rojên dawî de, bi sedan kesên me hatin binçavkirin û şehîdên me hene. Belê Şasiwar Ebdulwehîd piştî hate berdan, tenê yek gotin jî qala van hemû bûyeran nekiriye, ketiye pey hewldanên mafdana hêzên ewlehî, PDK û YNK’ê.”

 

 

Her wiha piştre nûnerê rêxistinên Tevgera Nifşê Nû li Behdînan Şêrwan Şêrwanî jî wiha axivî; “Serokê Tevgera Nifşê Nû tersê lihevkirin û bernameyên siyasî yên ji destpêkê ve destpê kiriye, kar dike. Lê diyare Şasiwar Ebdulwehîd Nifşê Nû weke şîrket têgehiştiye. Heya karmendên şîrket û nivîskarên qenala xwe kirine endamên kongreyê. Ji bo ew lîsteya ku 15 kes diyar kirine, bike endamên rêveberiya Tevgera Nifşê Nû.”

 

Şêrwan Şêrwanî wiha dewam kir; “Emê bi fermî ji bo Komisyona Bilinda Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê nivîs bişînin, emê endamtiya xwe û fermiyetê betal bikin. Me koma zextkirinê ava kiriye. Ger Şasiwar Ebdulwehîd xwe ber çavan re derbas neke, emê rêyên cûda bimeşînin.”

 

 

Şêrwan Şêrwanî di dawiyê de got; “Em xwediyê Tevgera Nifşê Nû ne. Heya ku rêya yasayî ji bo me tê vekirin. Ger wisa nebe, emê weke rêxistinên Hewlêr, Helebce û Behdînan rêyên cûdatir peyda bikin.”

 

(sk)

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here