YNK xwe ji bo kongreyê amade dike

41

 

 

DANA OMER / SILÊMANÎ

Piştî wefata Serokê Giştî yê YNK’ê Mam Celal Talabanî valetî di saziya serokatiya YNK’ê de çêbû û ji ber vê jî pêwîstiya lidarxistina kongreyê zêdetir kete rojevê. Tevî ku ji sala 1975’an ve ava bûye jî heya niha tenê 3 kongre lidarxistiye. Piştî referandûmê û bûyerên 16 Cotmehê parçebûneke berçav di asta rêveberiya YNK’ê de xwe da pêş û gotegotên lidarxistina kongreyê zêdetir hatin bihîstin. Di vê derbarê de Berdevkê Meclîsa Navendî ya YNK’ê Letîf Nîroyî gelek agahiyên girîng û nû di derbarê naverok û dîroka kongreyê de parve kir.

 

‘Sekreterya giştî radibe’

 

Letîf Nîroyî ragihand ku wê îsal kongreya YNK’ê were lidarxistin û got ku amadekariyên kongrê jî temam kirine. Nîroyî di derbarê guhertin û amadekariyên ku biryare bikin de jî wiha axivî: “Reşnivîsa rêziknameya sîstema navxweyî ya YNK’ê ji aliyê encûmena navxweyî ya YNK’ê ve hatiye temamkirin. Li gor vê reşnivîsê di YNK’ê de sekreterê giştî namîne. Ji bo rêveberiya YNK’ê wê komîteyek hebe. Her wiha encûmena giştî jî wê hebe. Yanî wê şeklê rêveberiya YNK’ê wê bê guhertin. Postên weke polîtburo, serkirdayetî û desteya rêveber namînin. Wê bi awayeke cûda werin rêxistin kiirn.”

 

‘Koteya jin divê ne jêr rêjeya ji sedê 25 kêmtir be’

 

Nîroyî  diyar kir ku wê nûnerên hemû herêman di nava rêveberiyê de cihê xwe bigirin û got: “Encumena giştî li gor berçav girtina nûnertiya herêman, wê hemû herêmek para xwe di nava encûmena giştî de hebin. Dê 3 kes ji bo sekreteryayê bên hilbijartin. Yek jî wê jin be. Weke sîstemeke nîv hevserokatî. Her wiha divê rêjeya jin di hemû çengên YNK’ê de ji sedê 25 kêmtir nebe.

 

‘Dibe kongre pêş pêkhatina hilbijartinan bê lidarxistin’

 

Li ser dema lidar xistina kongreyê jî Nîroyî wiha got; “Dema lidar xistina kongreyê nehatiye diyarkirin. Lê herkes hem fikire ku pêşiya hilbijartinan kongre were lidarxistin.  Ev erkê encûmena rêveber a YNK’ê ye ku roja kongreyê diyar bike. Ancax ji ber rewşa tenduristiya heval Kosret Resûl ne başe, nekarîne bicivin.”

 

Letîf Nîroyî li ser eger derketina alozî û nakokî di navbera rêveberiya asta jor ya YNK’ê de jî diyar kir ku hewldanên wan ewe ku hevdengiyek çêbikin û wiha axivî: “Hemû hewldan ewe ku di kongreyê de hevdengiyek çêbikin. Ji bo alozî rû nedin para herêman hatiye kirin. Em di wê baweriyê de ne ku wê kongreyek serkeftî pêk were. Divê hevalên me jî bi ruhekî hevalbendiyê tevlî bibin.”

 

Hêjayî gotinê ye ku YNK yek ji partiyên herî kevin yê Başûrê Kurdistanê ye û di sala 1975’ê de hatiye damezrandin. Her ji dema avabûna YNK’ê ve Celal Talebanî sekreterê giştî bûye. Li çiya gelek konferans pêk anîne. Piştî Raperîna Başûrê Kurdistanê 3 kongre lidar xistine. Ew jî di salên 1992, 2001 û 2010’ê de bûye. Biryar bû ku di sala 2013’ê de kongreya 4’emînlidarbixin lê, ji ber nexweşiya Mam Celal lidar nexistine.

 

(sk)