NAVENDA NÛÇEYAN

 

Li gor daxuyaniya nivîskî ya ofîsa Cigirê Serokê Parlamentoya Iraqê, îro Aram Şêx Mihemed bi amadebûna şandek a welatiyên navçeya Xurmatû ya girêdayî parêzgeha Selahaddîn, li Bexda gel Serokê Rêxistina Bedr Hadî Amrî kom bûn.

 

Li gor daxuyaniyê Aram Şêx Mihemed bal kişandiye ser rewşa xerab a welatiyên Xurmatû û got; “Li Xurmatû çend welatî hatin kuştin. Bi hezaran kesên din jî penaber bûn, mal û cihê xwe derketin. Ziyanek mezin dîtin. Welatiyên Xurmatû jî daxwaza aramîkirina rewşê dikin û vegera penaberan dixwazin.”

 

Her wiha hate diyarkirin ku şanda ji Xurmatû di civînê de qala destdirêjiyên piştî bûyerên 16’ê Cotmehê li Xurmatû çêbûne jî kirin. Her wiha şanda Xurmatû behsa şewitandin û hilweşandina dikan û malên welatiyên Kurd ên li Xurmatû jî kirin.

 

Hadî Amrî jî diyar kir kiriye ku ji bo bidawîbûna destdirêjiya dijî welatiyên Kurd hewldan dane destpê kirin û paqijkirina tevahî navçe û bidawîhatina proseya leşkerî hewl didin. Di daxuyaniyê de ev gotinên Amrî jî hatin diyarkirin; “Niha navçe ji tevahî hêzan tê valakirin û parastina navçeyê radestê polîsên hevbeş tê kirin. Ev jî rêxweşiyeke ji bo vegera penaberan û cardin dubarenebûna bûyerên demên pêş çêbûne.”

 

(sk)

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here