Artêşa Iraqê hewl dide hêzek zêde li Cebare bicih bike

22

 

 

 

HAWRÊ KIRÊKAR/ XANEQÎN

 

Bajarokê Cebare girêdayî navçeya Xaneqîn a ser bi parêzgeha Diyale ve ye. Niştecihên bajarok ji hersê neteweyên Kurd, Ereb û Tirkmen pêk tê. Her wiha dikeve başûrê bajarokê Kifrî ku 6 kîlometir jê dûre. Her wiha dikeve ser sînorê ku pêş 2003’ê dibin destê hikûmeta Baas de bû.

 

Berpirsê Komîteya YNK’ê li Cebare Amanc Ebdullah ku ji ajansa me re axivî, got; “Piştî bûyerên 16’ê Cotmehê, tûgayek a hêzên Iraqê hatiye nav bajarokê Cebare. Di çend rojên buhrî de hejmarek berpirsên artêşa Iraê û cigirê fermandarê tûgaya nav bajarok serdana derdorê bajarok kirin. Heya nuqteya dawî ya polîsên Germiyan hatine. Ev nuqteya polîsan jî dikeve ser sêrêyana navçeya Xurmatû, bajarokê Kifrî û Cebare. Piştre vegeriyan.”

 

 

Amanc Ebdullah got; “Li gor ew zanyariyên li gel me hene, ev fermandar ji bo binêrin ka li herêmê kîjan hêz li pêşiya wan heye, hatibûn. Ji ber dixwazin hêzek zêde ya artêşa Iraqê bînin sînorê bajarokê Cebare. Me berpirsên xwe li ser vê yekê agahdar kirine. Di bersiva ji bo me hat dayîn de hate gotin ku bicihbûna artêşa Iraqê li Cebare tiştek nîne. Belê ger xwestin pêşdetir bên, pêşî lê bigin û pada bidin.”

 

Di dawiyê de jî Amanc Ebdullah got; “Niha li nav bajarokê Cebare baregeha YNK, Hizba Komunîst heye. Her wiha şaredarî destê Kurdan de ye. Rêveberê bajarok Kurd e. Ji aliyê rêveberiya Germiyan ve hatiye erkdarkirin. Belê bajarok dibin destê artêşa Iraqê de ye.”

 

(sk)