Desteya Rêveberiya RJAK’ê hat hilbijartin

47

 

 

 

ROZE MIHEMED / SILÊMANÎ

 

Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK) îro saet 09:30’ê li Otela Perêj a Silêmanî 4’emîn kongreya xwe lidar xist. Kongre piştî hilbijartina Desteya Rêveberiya RJAK'ê ya ji bo 2 salan  bi dawî bû.

 

Di 4. Kongreya Rêxistina Jinên Azad ên  Kurdistanê (RJAK) de ji bo Desteya Rêveberiya RJAK'ê ya ji bo du salan 29 jin hatin hilbijartin.

 

Piştî deste hate hilbijartin, destê sond xwar û ji bo xebatên du salan bi serkeftî bidin meşandin, yekîtiya jinan, hewldan û têkoşîna ji bo pêşxistina jinan hêvî xwestin.

 

Piştî hilbijartina desteyê 4. Kongreya RJAK'ê bi dawî bû.