Di kongreya RJAK’ê de perspektîfên Ocalan hatin xwendin

20

 

 

ROZA MIHEMED/ SILÊMANÎ

 

Di dewama 4’emîn kongreya Rêxistina Jinên Azadên Kurdistanê (RJAK) de beşek ji perspektîfên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ên li ser maf û azadiyê jinê hatin xwendin.

 

Perspektîfên Ocalan ên ji bo azadiya jinan di kongreyê de ji aliyê endama Akademiya Jinelojî Sînor Kerîm ve hatin xwedin û wiha hate gotin; “Şoreşa ku jinê azad neke ne şoreşe. Tevger jî ger nekare jinê rêxistin bike, ne tevgere.

 

Ew mirov û bi taybetî jina ku dikeve nava peywendiyên sosyalîstî de, diheman demê de felsefeya exlaq, ciwanî û zanîstî bi xwe re di afirîne û xwedî hêzek mezin a kişandinê ye. Kesayeta jin a wiha li hemberî jiyana civakê ticarî bin nakevin. Di çarçoveya hebûna xwe de jiyana azad a civakê jî di afirînin.

 

 

Jiyana demokratîk li ser bingehê wekhevî û azadiya jiyana li gel jinê bi taybet azadiya li gel jinê pêkane û bê wê jî nabe. Belê pêş vê ew exlaqê koletî ku pir kûre û timî xizmeta berjewendiyê sîstema kaptalîst dike, bi rêya exlaqê azadî û jiyanek ciwan bê derbaskirin. Serkeftina di jiyana rasteqîn û rast de ye. Başî û ciwaniya li gel jinê ye.

 

Jin dikarin li ser bingehê pîvanên min xwedî helwesta exlaqî û ciwanî bin. Divê bixwînin. Karên hevbeş bikin. Di hemû qadên jiyanê de tenê jinekê jî bê rêxistinbûn nehêlin. Xwe li akademiyan de pêş bixin.Helwesta rast û durist giringe. Her wiha bûna xwedî hêza bersivdanê ya ji bo pirsgirêkên aştî û şer bi şêweyek rast. Bila jin min biçûk nebînin û min ne gihînine asta Xwedayan. Hêzek min a cidî heye. Dikarin vê bikene hêzek piştgiriyê ji bo xwe.

 

Dema piştgirî dîtin dikarin konferans û kongre lidar bixin. Modelek rêxistinkirina serkeftî ya nû pêş bixin. Xebatên berfireh bimeşînin. Di vê çarçoveyê de silav û heskirinên xwe pêşkêşê we dikim. Hêvî dikim ev qonaxa nû bibe qonaxa hevdîtina li gel we û ev zemîne bê pêşxistin.”

 

(sk)