Encamnameya kongreya RJAK’ê eşkere bû

32

 

 

 

ROZE MIHEMED / SILÊMANÎ

 

 

Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK) îro saet 09:30’ê li Otela Perêj a bajarê Silêmanî 4’emîn kongreya xwe lidar xist. RJAK’ê kongreya xwe di salvegera şahadeta 3 jinên pêşeng ên berxwedana avakirina sîstema xweseriya demokratîk a Bakûrê Kurdistanê Sêvê, Pakîze û Fatma de lidar xist. Her wiha RJAK’ê ev kongreya xwe diyarî Destîna Qendîl a ji Başûr ku li Rojavayê Kurdistanê şehîd bû, kir.

 

Kongre bi dirûşmeya 'Bi hişyarkirin û rêxistinkirina jinan, emê sîstema xweseriya demokratîk a gel ava bikin' pêk hat.

 

Di dewama 4’emîn kongreya Rêxistina Jinên Azadên Kurdistanê (RJAK) de beşek ji perspektîfên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ên li ser maf û azadiyê jinê hatin xwendin.

 

Di dawiya kongreyê de biyarên ji bo  kar û xebatên di nava 2 salan de were kirin hate eşkere kirin.

 

Encamnameya  4’emîn kongreya Rêxistina Jinên Azadên Kurdistanê (RJAK) wiha ye;

 

"1- Em têkoşîna li dijî komlpoyê û xebata ji bo azadiya Rêber Apo weke erka sereke ya xwe û tevahiya jinan dibînin. Ji bo vê yekê emê bi dil têkoşînê bikin û çalakiyên reng bi reng pêş bixîn. Bi taybet ji bo gihnadina felesfeya azadiya jin emê konferans, panel û semîneran ji bo hemû jinan lidar bixin, ji bo gihiştina heqîqeta çareseriyê.

 

2-  Li hemû herêman, ji bo vekirina gelek dewereyên perwerdeyê, ji bo hemû endamên RJAK'ê  emê kar bikin. Her wiha vekirina akademiyekê bi navê jinên şehîd ên Başûrê Kurdistanê.

 

3- Li ser bingehê dana naskirina xeta azadîxwaz a şehîdan 'Vejîn Rizgê, Destîna Qendîl, Hîvran Hîranî, Rêza Hewlêrê, Geşbûn kanîmaran, Bêrîvan Dihok, Derya Zêbarî, Deniz Dêrelok û Xelat Silêmanî' bi gel û civakê, her wiha dana naskirina van şehîdan, weke sembola azadî û yekîtiya jinên Kurd li hemberî xeta xiyanetê, emê kar bikin.

 

4- Pêşxistina xebatên akademîk bi şêwazekî xurt, ji bo pêşxistina civavekî demokratîk.

 

5- Emê têkoşîna radîkal, îdeolojî û siyasî li hemberî komkujiya jinên Şengalê bidin meşandin.

 

6- Emê bûyerên destdirêjiyê û kuştinê yên li Xurmatû û Daqûqê li hemberî jinan hatine kirin, lêkoşîn bikin û bişopînin.

7. Ji bo hemû koçberên Mûsil, Kerkûk, Xurmatû û Daqûq vegerin li ser cih û warên xwe û parastina jiyana wan hebe, emê kar bikin.

8- Pêwîste li Başûrê Kurdisstanê û Iraqê  di nava hemû beşên civakê de peywendiyên jinan ne tenê li ser bingehê siyasî be, divê li ser bingehê civakî pêş bikeve.

 

9- Em dilsozê  hemû jinên  netewe, ol û baweriyên cuda ne  û piştgiriyê bidinê.

 

10- Ji bo jin bibin xwedî îradeyekî serbixwe, emê kar bikin.

11. Ji bo bi rêxistintinkirina jinên Ereb, Tirkmen, Aşûrî û hemû baweriyên din ên cuda ku navenda wan Mûsil e kar bikin.

12- Ji bo azadiya jinên Êzidî, emê dest bi kampanyayekê bikin, heya azad dibin.

13. Ji bo qedexekirina qanûna pirjinî û guhertina qanûna kesî ji bo qanûnekî demokratîk kar bikin.

14- Li hemberî hemû cureyên tundûtûjiya li hemberî jinan têkoşîna renga reng bikin. Bi taybet li hemberî bilindbûna rêjeya kuştin û şewitîna jinan ku weke komkujiya jinan tê bi nav kirin, di vê çarçoveyê de kampanyayên ji bo yek salî destpê bikin.

15. Ji bo vekirina malên parastina jinan emê kar bikin."

 

(ab)