‘Endamên PDK’ê navegerin Kerkûk, lê vegerane Mûsil û Bexda’

21

 

 

RÊBAZ SABAH/ KERKÛK

 

Li gel ku di 27’ê Kanûna 2017’ê de biryar bû encûmena parêzgeha Kerkûkê bicive, belê civîn pêk nehat û hîna dema pêkhatina civînê nediyare. Yek ji sedema serekî ya pêknehatina civînê ne tevlîbûna endamên PDK’ê bû. Cigirê duyemîn a berpirsê malbanda YNK’ê li Kerkûkê Yasîn Ezedîn ku ji ajansa me re axivî, got; “Berpirsiyartiyek dîrokî dikeve ser van endamên PDK’ê.”

 

Yasîn Ezedîn dewama axaftina xwe de wiha got; “Di vê demê de ji ber biraderên PDK’ê ne amadene vegerin Kerkûkê ku nêzî 12 endamên encûmena Kerkûkê ewin, hinceta wan jî metirsî li ser jiyana wan heye. Belê li aliyek din endamên PDK’ê vegerane Mûsil û Bexda.”

 

‘Hinceta wan a dengdana referandûmê ne di cih de ye’

 

Yasîn Ezedîn wiha dewam kir; “Endamên PDK’ê bi hinceta dengê xwe dane referandûmê na vegerin. Belê ew endamên din ên encûmenê jî dengê xwe ji bo referandûmê dabûn. Ev hinceta wan ne di cih de ye. Divê ew cardin vegerine cihê xwe û li Kerkûkê bi pirsgirêkan re rû bi rû bibin, ji bo rewş cardin asayî bibe.”

 

 

Yasîn Ezedîn got; “Niha di rewşa ne amadebûna encûmena parêzgeha Kerkûkê, waliyê Kerkûkê yê bi wekalet çend biryarên yek alî dane. Ger ev endamên PDK’ê ne vegerin, bi rastî wê demê berpirsiyartiya wan ji tiştên waliyê Kerkûk ê bi wekalet dike qet kêmtir nîne. Ji ber wan valatî çêkiriye. Ev jî bûye sedem waliyê Kerkûkê bi wekalet biryarên xwe bi hêsanî bixe meriyetê.”

 

Yasîn Ezedîn di dawiya axaftina xwe de wiha jî got; “Her çend ew endamên PDK’ê zû vegerin wê ew çend zû parastin li dengdêr û bajarê Kerkûkê bikin. Ji ber wê jî ger ne vegerin, berpirsiyartiyek dîrokî dikeve ser wan.”

 

Hêjay gotinê ye ku piştî bûyerên 16’ê Cotmeha 2017’ê û encamdana referandûmê, berpirs û endamên PDK’ê ji Kerkûkê derketin û hîna ne vegerane. Ji wê demê ve jî encûmena parêzgeha Kerkûkê nekariye bicive.

 

(sk)