Fermandarê YBŞ’ê Şengalî: Rêya ji kaosê derketin xweseriye

38

 

 

PÎRDOGAN KEMAL/ ŞENGAL

 

Ji Fermandarên Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) Mezlum Şengalî têkildarî pêşketinên siyasî yên di 2017’ê de li Şengal, Herêma Kurdistanê û Iraqê derketin pêş , ji ajansa me re nirxandinên giring kirin.

 

Mazlum Şengalî diyar kir ku di 2017’ê de li Şengal û hem jî li herêmê pir pêşketinên giring çêbûn û got ku Iraq û Herêma Kurdistanê ji ber di çarçoveya berjewendiyên xwe de tevgeriyan bûne sedema li herêmê koas çêbibe.

 

‘Divê hêzên dagirker ji têkoşîna YBŞ’ê ders derbixin’

 

Mazlum Şengalî diyar kir ku hêzên dagirker xwestin planên qirêj bêxin dewreyê û li hemberî vê bi berxwedanek mezin rawestan û got ku sala 2017’ê bi temamî bû sala têkoşîn, ji nûde rêxistinkirin û serkeftinê bû.

 

Mazlum Şengalî got; “2017 ji bo tevahî herêmê salek dijwar bû. Lê ji bo YBŞ’ê em dikarin bêjin hîn dijwartir derbas bû. Gelek hêzên dagirker li dijî YBŞ’ê pîlanên qirêj çêkirin. Ev pîlanên qirêj xwestin di Adara 2017’ê de bêxin dewreyê. Di meha Nîsanê de êrîşên hewayî yên dewleta Tirk, hişt ku ev pîlan bi şêweyk zelal derkevin holê. Ev êrîş hemû di çarçoveya pîlanek zelal de pêkhatin. Di 2014’ê de pîlanên ku bi DAIŞ’ê re xistin dewreyê, xwestin di 2017’ê de bi êrîşên dijî YBŞ’ê re temam bikin. Di 3’ê Adarê de bi destê pêşmergeyên Roj êrîşa xayîne ya pêk anîn, destpêka van daxwazan bû û di bingeh de pîlanek qirêj a dewleta dagirkera Tirk bû. Erdogan dixwast bi vê rêyê dinava gelê Kurd de şerek nû yê birakujî destpê bike û Kurdî bi Kurdî bide qetilkirin. Bêguman li herçar parçeyên Kurdistanê jî bi heman şêwey dixwestin têkoşîna azadiyê ya dihat meşandin vala derbixin. Weke YBŞ ferqkirina van pîlanan di dema xwe de hişt ku biser nekevin û ev pîlan vala derxistin. Yên ku ev pîlan vala derxistin hevrêyên me yên bê dudilî bi lehengî şehîd bûn e. Xanesero di heman demê de bû cihê vala derxistina pîlanên qirêj. Bi van êrîşan re bi hêzên me re encamên baş derketin pêş. Weke tê zanîn YBŞ ji dema damezrandinê 2014’ê virde li qada şer mezin dibe û hêzekî kariye serkeftin bidest bixwe ye. Ji wê rojê heya îro li rexmê şert û mercên herî zehmet bê navber dayîna têkoşînê, yên karîn dewam bikin bûne em.”

 

‘Yên xwestin YBŞ’ê tefsiye bikin, bi xwe tefsiye bûn’

 

Mazlum Şengal diyar kir ku di dema hêzên li herêmê ketin di xema xwe de û revîn, yên li ser vê xakê mayîn û karîn têkoşîn bikin ew bûn û wiha pêde çû; “Li rex ku xwestin YBŞ’ê bêxin nava bêçaretî û kaosê de, lê YBŞ hîn mezintir bû û hîn zêde bû xwedî hêz. Ger bal bê dayîna ser dema di êrîşên Adarê de encam negirtin, vê carê di şeva 25’ê Nîsanê de xwestin bi pêkanîna êrîşa hewayî encam bigirin, lê di wan êrîşan de tenê yek windahiyê me jî çênebû. Yên xwestin YBŞ’ê tefsiye bikin, di rastiyê de ew bi xwe tefsiye bûn. Li rex vê jî gelek bûyerên ku çêbûn jî hebûn û şert û mercên zehmet jî çêbûn. Lê bawerî û hêviya gel a ji bo YBŞ’ê hîn mezintir bû.”

 

‘Ger ji kaosê dernekevin, wê PDK û Iraq winda bikin’

 

Mazlum Şengalî diyar kir ku herêmên hatine radestkirina hikûmeta Navendî ya Iraqê bûne sedema çêbûna kaosên mezin û wiha dewam kir; Hêzên herêmî derketina ji nav kaosan na fikirin. Di demên dawiyê de tenê ne li Şengalê, li gelemperiya Başûrê Kurdistanê bûyerên giring çêbûn. Hinek hêzên pêştir li Şengalê bûn, di şevekê de xwe ji herêmê vekişandin. Pir zelale ku ev yek di çarçoveya pîlanek diyarker de pêk hatiye. Me parastina Şengalê dewam kir, lê wan xwestin kaos çêbikin û me bikişînine nava vê kaosê de. Dema herêm ber bi kaosê ve dihat birin, ji ber hebûna YBŞ’ê weke dihat pîlankirin nekarîn li Şengalê kaosê çêbikin. Hêzên din dikarin xeta xwe diyar bikin, lê bi ti şêwey nikarin daxwaz û têkoşîna gel asteng bikin. Hêzên li herêmê heya ji bo derketina ji kaosê hewldan nekin, ti rewabûna wan nabe. Li pêşiya me hilbijartin hene û di van hilbijartinan de ger em bixwazin rêya derketina ji kaosê peyda bikin, divê yekîtiya giştî û koalîsyon bingeh bê girtin. Tersê vê wê ne PDK û ne jî dewelta Iraqê serbikeve. Bêguman li Şengalê YBŞ’ê pîlanên hinek hêzan xera kirin û pêşî li hewldanên kişandina gel ên nava kaosê girtin. Heya niha li gel Heşdî Şebî ti aloziyek çênebûye. Weke hemû hêzan divê Heşdî Şebî jî îradeya gel bingeh bigire, li tersê vê kîjan hêz dibe bila bibe, emê li hemberî rawestin.”

 

‘Pêngavên me qezanc kirine wêneyê pêşengiya YBŞ’ê ne’

 

Mazlum Şengal diyar kir ku weke YBŞ di gelek pêngavan de serkeftin bidest xistine û got; “Têkoşîna gelê Êzidî kûrtir bûye û li ser vê xakê bi ti şêwey koletiyê qebûl nakin. Ev derxistiye holê. Piştî fermana 2014’ê zarokên gelê Êzidî xwe rêxistinkirin û berê xwe dan têkoşînê. Bi tecrûbeyên qezenckirin di 2017’ê de ketin têkoşînek hîn mezintir de.

 

Reqa bi milîtanan azad bû û gelek welatiyên me yên Êzidî ji destê DAIŞ’ê hatin rizgarkirin. Bê guman di pêngava Reqa û pêngavên din de hem hêzên me û hem jî yên QSD’ê şehîd û birîndar dan. Lê van şahadetan berê dîrokê guhert. Reqa weke paytextê DAIŞ’ê dihat dîtin û ti kesê êrîşê wir nedir, lê hêzên azadiyê ji bo azadiya gelan heya dilopa xwîna xwe ya dawî li wir şer kirin û azad kirin. Dîsan di nava vê salê de di pêngava Mûsilê de weke YBŞ rola kilîtê lîstin. Dibe tevlî pêngava Mûsilê nebûn, lê heya dawiyê ji bo tevlîbûnê me helwesta xwe danî holê û hevdîtinên me yên li gel Iraqê jî çêbûn. Lê dîsan dewleta Tirk ji bo em tevlî vê pêngavê nebin çi ji destî hat kir. Hemû hêzan lihevkirina xwe li ser dikirin û zext dikirin. Weke tê zanîn Telafer bi şerekî ji DAIŞ’ê nehat standin, tam tersî radestê hêzên Iraqê hate kirin. AKP’ê destpêkê digot ‘Telafer xeta me ya sor e’. Lê piştî hate girtin tenê gotinek jî nekirin. Ev jî wê nîşan dide ku ev hemû di çarçoveya pîlanekê de hatin kirin.”

 

‘Çalakiyên gel daxwazên herî rewa ne’

 

Mazlum Şengalî bal kişande ser çalakiyên gel ên piştî kaosên li herêmê destpê kirine, got ku ev çalakî mafê xwerî xwezayî yên gelin û divê bi rêya zextan neyên bêdengkirin û got; “Divê rêveberiya PDK’ê guh bide daxwazên gel û demek pêş a din ji şaştiyên ketiye nav vegere. Em van daxwazên gel weke mafê herî xwezayî dibînin. Divê rêveberiya Başûr jî li ser vî bingehî nêz bibe. Tersê wê, dê aloziyên li herêmê her biçe kûrtir bibe û vegera jê wê pir zehmet bibe. Ji bo Başûrê Kurdistanê ji nav van kaosan bê derxistin divê komisyonek ji hemû aliyan pêk tê bê avakirin û pêwîstî bi modelek nû ya rêveberiyê heye.”

 

‘Rêya derketina ji kaosê xweseriye’

 

Mazlum Şengalî diyar kir ku rêya ji kaosê derketin xweseriye û di sala nû de yekane rojeva wan dê xweseriya Şengalê be û got heya roja îro ne rêveberiya Başûr û ne jî ya Iraqê ji bo Şengalê ti bernameyek pêş nexistiye.

 

Şengalî axaftina xwe wiha bi dawî kir; “Li ser bingehê fikirên Rêber Apo em parastina jiyanek azad dikin û heya dawiyê jî li gel vê felsefeyê ji bo jiyanek nû emê têkoşîn bidin. Yekane bi vî şêwey emê bikarin rêya azadiyê bibînin. Gelek kes li cihê xwe runiştine û wisa dizanin gelek tişt kirine û dixwazin YBŞ’ê sûcdar bikin. Her kesê dixwaze ji bo gelê Êzidî tiştek bike divê destê xwe têxe bin kevir de û ji bo Şengalek xweser xebat bike. Di serî de gelê me yê li Şengalê û tevahî Êzidiyên li herêmên din divê ji bo Şengalek xweser têbikoşin û li dardora hêza xwe ya cewherî YBŞ’ê kom bibin. Ji bo azadiya gelê Êzidî û Şengalek xweser emê ji têkoşîna ji destê me tê zêdetir hewldan bikin. Divê em çareseriyek mayînde bînin ser vê coxrafiyê. Hêvî dikim ku hemû hêzên li herêmê îradeya gel bingeh bigirin û ji bo statuya Şengalê hewldan bikin.”

 

(sk)