Girtiyan dijî zextên dewleta Tirk dest bi greva birçîbûnê kirin

23

           

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Li girtîgehên Tirkiyeyê berxwedana li dijî zexta lixwekirina kincê ji yekrengî mezin dibe. Yek ji van girtîgehan jî Hejmara 9. a Sîlîvriyê ye.

 

Eşkere bû ku girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Hejmara 9. a Sîlîvriyê ji duh ve dest bi greva birçîbûnê kirine û grev wê hefteyekê dewam bike.

 

Girtiyan bi rêya malbatên xwe yên 4'ê Çileyê roja Pêncşemê serdana wan kirin ragihandin ku wê lixwekirina kincê ji yekrengî qebûl nekin.