DANA OMER/ SILÊMANÎ

 

Li gelemperiya Îranê xwepêşandanên ku destpê kirine, ketin roja xwe ya 8’an de. Li gel hemû astengî û êrîşên hêzên Komara Îslamiya Îranê xwepêşandan didomin û her diçin berfireh dibin.

 

Der barê xwepêşandanên li Îranê de endamê komîteya navendî ya Rêxistina Kurdistanî Hizba Komunîsta Îranê-Komele Hesen Rehman ji ajansa me re wiha axivî; “Xwepêşandanên Îranê mafdarin. Li dijî dîktatorî, fesad, nelirêtî û zûlma Komara Îslamiya Îranê ne. Gel dixwaze ev desthilate nemîne û azad bibin.”

 

‘Xwepêşandan dewam bikin wê serbikevin’

 

Rehmanî axaftina xwe wiha dewam kir; “Hêvî dikin ku xwepêşandan bidomin. Ji bo vê armancê jî me hemû hewldanên xwe xistine dewrê. Ev xwepêşandan wê bi çar tiştan serbikevin. Yekem ewe ku dewam bikin. Duyem divê giştî bin. Sêyem jî birêxistin bin û ya çarem jî divê xwedî dirûşmek be ku bikare gel li dardora xwe kom bike.”

 

 

Rehmanî got; “Divê peywendî li gel tevahî tevgerên radîkal û çepgirên Îranê çêbikin. Ji bo xebata Kurdistanê ji xebata gelên Îranê cûda nemîne. Tê gotin ku divê Kurd tevlî xwepêşandanan nebin, ji ber ku dema buhrî wan jî piştgiriya Kurdan nekiriye. Eve îdiayek neraste. Ne di berjewendiyê gelê Kurd de ye.”

 

‘Divê aliyên Kurdistanê bi hev re bin’

 

Rehmanî wiha dewamî da axaftina xwe; “Pêwîste aliyên Kurdistanî yek bin ku bikarin bi hev re bandorek erênî li ser şoreşa gelên Îranê çêbikin. Pêştir çend hewldan ji bo xebatekî hevbeş hebû. Lê çend aliyên diyarker tevlî nebûn. Ev jî ji ber cûdahiya wan a fikir û nêzikatiyê ye. Di xwepêşandanên ku niha hene rola hizban têde heye.”

 

Di dawiyê de jî Rehmanî wiha dawî li axaftina xwe anî; “Ji bo nêzikbûna hev, me çend caran li gel aliyên Rojhilat hevdîtin çêkiriye. Belê astengiyên li pêşiya wan pirin. Di dema şoreşa 1979’ê ya Îranê de astengiyên li ber aliyan dîsan hebûn ku nekarîn nêzî hev bibin. Belê dema şoreşê destpê kir eniyekî nûnertiya gelê Kurdistanê çêbû. Ez wê baweriyê de me wê ev xwepêşandan bandorek baş li ser peywendiyên aliyan çêbike. Dema ev xwepêşandan mezin bûn ti aliyek nikare jê bireve. Her hizbek bixwaze jê bireve, wê têk biçe. Ti hizbek naxwaze têk biçe.”

 

(sk)

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here