CÎHAD HEWRAMÎ/ HELEBCE

 

Rêveberiya parastina şaristaniya parêzgeha Helebce bîlançoya sala 2017’ê ji ajansa me re eşkere kir û ji hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwaza karmend û pêwîstiyên taybet ji bo pêşîgirtina li bûyerên şewatê kir.

 

Berdevkê Rêveberiya parastina şaristanî ya parêzgeha Helebce Zanyar Omer ku ji ajansa me re axivî, wiha got; “Bûyerên ku di 2017’ê de li sînorê parêzgeha Helebce hatine qeydkirin, ji wan 559 bûyerên şewatê ne. Ji vane 109 şewata dikan û malan bûn. 410 bûyerên şewata daristan, giya û baxçeyên Helebce bûn. Du wesayit jî şewitîne. Her wiha 6 caran rabûna lehiyê û 5 caran erdhej çêbûne. Li gor sala 2016’ê vê rêjeyê zêde kiriye. Di 2016’ê de tenê 295 bûyerên şewatê hebûn.”

 

Zanyar Omer wiha jî got; “Ji ber sedema van bûyeran 501 milyon û 53 hezar dînar ziyan gihaye xweza, jîngeh û cihên giştî yên parêzgeha Helebce. Di 2017’ê de me 475 caran li dikan û cihên bazirganiyê yên Helebce çavdêrî pêk aniye. Ev jî bi armanca dayîna destûra karê bazirganiyê. Li gor sala 2016’ê ev rêje pir zêde bûye. Ji ber ku di 2016’ê de me 172 caran li dikan û cihên bazirganiyê çavdêrî pêk anî.”

 

 

Zanyar Omer wiha dawî li axaftina xwe anî; “Salek dibe ku peywendiyên me yên li gel parastina şaristaniya Silêmanî nemaye û bûne rêveberiyek serbixwe. Belê hîna di aliyê karmendan de kêmanî heye. Pêwîstî bi karmendên nû heye. Her wiha pêwîstiyên taybet ji bo kontrolkirina bûyerên şewatê heye. Her çend heya niha me ji hikûmetê çend caran daxwaz kiriye, lê ji ber krîza darayî nehatine pêkanîn.”

 

(sk)

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here